
Ermenîstanêda zûtirekê ösûla ö’lmê Yektîya Avropaêye T’ÛMO-ye înjênêrîêye xevatê- bi p’erekirina Yektîya Avropayê, wê veke. Derheqa vê yekêda “R’adîolûr” e’lamdike. T’opraxa ösûlê binxeleqê berne’mekirina xwendinêye bi mesela laboratorîayê T’ÛMO, laboratorîya îzger’îyê ST’ÊM (ö’lm, têxnologîya, çîredestî û mat’êmatîka), dehlîza konfêransa û t’opraxa k’ardare t’öcarîyê- bi meremê ewlekirina meh’kemîya merk’ezêye we’dedirêje fînansîyê, wê wergire. Laboratorîayê T’ÛMO seva xwendk’arê zanîngeha û p’êþezanê cahil wê vekirîvin- wê mecalê bidin evê xilazîyê cêr’ibandinê xevtandinê û h’emzemnîye eþîayê ST’ÊM-va girêdayî p’eydakin.