Economics

Ermenîstanêda fonda vênçûrîyêye miletîyê wê bê e’frandinê

Ermenîstanêda fonda vênçûrîêye miletîyê wê bê e’frandinê, serk’arîkirina li k’aîjanê wê bê danînê li ser p’êþezana. Derheqa vê yekêda h’emcivata Bîznês-înovasîon-e 7-ada (BÎF-2019) wexta e’ne’nekirinê “R’iya înglaba senayêye înovasîon” Hakob Arþakyanê wezîrê têxnologîêye bilind e’lamkirîye. Bi gilîyê wî- fondê bi xevtandina mêxanîzma hevk’arîya dewlet-þexsî pêkbê. Tê têr’adîtinê, wekî 5-7 salê pêþber mecalê fondê wê bigihîjne 100 mln dolara, nav wê hejmarê- mecalê dewletê. Meremê Fonda vançûrîêye miletîyêyî h’îmlî r’ikinkirinê startap’adane. Hakob Arþakyan binxetkirîye, wekî bi e’frandina fondê h’ökömetî dice’dîne Ermenîstanêda warê k’ardar bie’frîne, delîva k’îjanîda p’êþezanê welatê dereke jî wê bên welêtda bixevtin. Awa, bi byûcêya welête dîwanî berne’mê grantîyê têr’adîtîne. Bi t’aybetî, dewlet hazire 50%-ê p’erekirina startap’a hilde ser xwe. Dewlt hazire 50.000 dolar granta bide delîva h’emp’erekirina bi çapa e’ynî hindava hevaltîyêda. Arþakyan serda zêdekirîye, wekî bi h’esavhildana k’ara pêþdaçûyînêye bêt’ak’êþbûyî- 75%-ê mecala wê bidine olk’ada startap’a, û her t’enê 25%-ê bigihîje ê p’ayt’extda e’melkirinê.

Дьhа зедә бьдьнә к҆ьвше
Ьса жи сахтикьн
Close
Back to top button