PoliticsTop

P’aþînyan careke din t’emî da sedrê Adrbêcanê ç’e’v bide qirara wîye e’dlayê

Nîkol P’aþînyanê serekwezîrê CE careke din t’emî da Îlham E’lîêvê sedrê Adrbêcanê ç’e’v bide  mesela wî, pêþdanîna wî qebûlke, e’lametîyê bike derheqa wê yekêda,wekî her þaxekî safîkirina miqabilîhevbûna QÇ’ gere seva cime’tê Ermenîstanê, Arsaxê û Adrbêcanê ya qebûlkirinêve. Bi e’lamkirina “Armênprês”-ê- P’aþînyan derheqa vê yekêda dêra Mîlanêye Ermenîye r’esûltîêye h’izretî Çil zar’ada e’lamkir- bi dayîna cava pirsa ê adrbêcanî. Serekwezîr e’wil tênivîsî,  wekî ê adrbêcanî derda hatîye li dêra ermenî, li k’ö ermenîne û pirsa  xwe li serekwezîrê CE kirîye.

“Mecal t’ine bînne ber ç’e’vê xwe, wekî mecala  ê ermenî hebûya bik’eve li t’edbîrê, r’asthatinê, li k’ö Îlham E’lîêvê sedrê Adrbêþanê wê hazirbûya û pirs li wî wê bikira.  Ya döda, we got, wekî t’emamîya dinîayê k’omköjîya nisbetî Adrbêcanê qebûlkirîye, ew aþkela vir’e, çimkî h’eta sedrê Adrbêcanêyî berê pirsqise daye û gotîye, wekî qewmandinê Xocalûyê r’ikeberê adrbêcanî t’eþkîlkirine, wekî wergöhastina û  înglabê Adrbêcanêda bike. Min qirara e’dlayê pêþda k’iþandîye, min gotîye Îlham E’lîêv, wekî ez serk’arê CE-êyî pêþinim,  wekî min e’lamkirîye, wekî her safîkirineke konflîkta QÇ’ gere seva cime’ta Ermenîstanê, Arsaxê û Adrbêcanê ya qebûlkirinêve.

Ez pêþdanînê dikim, wekî sedrê Adrbêcanê jî e’lametîya heman bike, çimkî ew seva neh’îya meda e’dlayê û meh’kemîyê qirar û platforma serekeye”,- P’aþînyan got. Serekwezîr da k’ivþê- wî çaxî þêwra olk’a QÇ’-ye avtonome Herebilind heqê xweyî qanûnî- bi xweqirarbûnê, mîaserke. Û pey wê yekêr’a derge-dîwanê Adrbêcanê qesta qewatê kirine, wekî wî heqê þêwra QÇ’-ye Herebilidî qanûnî bipekîne. Çawa Adrbêcanê derheqa serbestbûna xweye ij Yektîya Sovêtîyêda e’lamkirîye, isa jî QÇ’ derheqa serbestbûna xweye ij Adrbêcanê e’lamkirîye. “Çawa Adrbêcan bû cimhöryeta serbest, isa jî QÇ’ bû cimhöryeta serbest. Pey wê yekêr’a Adrbêcanê nisbetî cime’ta QÇ’ destbi agrêsîayê kir”,- serekwezîr got.

Дьhа зедә бьдьнә к҆ьвше
Back to top button