PoliticsTop

Þêwirxana Nîdêrlandada pêþdanînê dikin R’ewanêda sifaretê vekin- çawa gilîyê h’ökömeta CE-êva hinartî

Çar firqê þêwirxana Nîdêrlandaye koalîsîon pêþdanîn li derge-dîwanê kirine 2 mîlîon êvrloya bidne wezareta welête k’arê dereke- bi meremê R’ewanêda vekirina sifaretê. Derheqa vê yekêda Coêl Fordêvîndê dêpûtatê k’oma yektîya Xaçp’arêzîyê, endamê encomana sera wek’îlaye eleqetê dereke nav qisa t’ev “Armênprês”-ê da k’ivþê. “Bi pêþdestîya k’oma Yektîya Nîdêrlandaye xaçp’arêzîyê h’erçar qewatê koalîson pêþdanîn kirin sifaretê R’ewanêda vekin. Em dixwezin piþta înglaba qedîfeyî bigrin, k’îjan Ermenîstanêda qewimîye, wa gavê cöle’t, wekî  h’ökömet pêþdestî dike- nav þer’k’arîya miqabilî kor’ûpsîayê, nav þöxölê xweykirina heqê mêriv û meh’kemkirina dêmokratîayê. Bi vê gava sîasîyê em dixwezin borchildana zêdekirina h’ecmê t’öcarîyê dîharkin. Em dixwezin eleqetê xwe t’ev Ermenîstanê meh’kemkin”,- ê þêwirxanevan binxetkir.

Дьhа зедә бьдьнә к҆ьвше
Back to top button