PoliticsTop

N. Mûrad: Îraqîya dertêne derva, çimkî ew wergöhastinê dörist dixwezin

Heqp’arêza ÿzdî wexta konfêransê, ya p’êþk’êþî 30-salîya  k’etina dîwarê Bêr’lînê kirî e’lamkir, wekî îraqîya dertêne derva, çimkî ew wergöhastinê dörist dixwezin. “Îraqîya hîvîdarbûn, wekî qölibandina Dewleta îslamîyê Îraqêda wê bive dewrana t’eze seva welêt, wekî h’emû tiþtî serê sêrîda destpêkin. Mînanî k’etina dîwarê Bêr’lînê, k’etina Dewleta îslamîyê îraqêda gere mecal bida  yekbûna  vî welatî. Mecala h’ökömetê hebû e’mrê cime’ta xweyî layîq ewleke.

R’oja îro pêþer’oja  bi mîlîona Îraqêda ne’yan dimîne. Cime’ta Îraqê  wê yekê qazincdike, wekî layîq bijî. Îro îraqîya dertêne derva, çimkî ew wergöhastinê dörist  dixwezin, k’îjana welat wê bide wan, wekî ê giþtaye, lê ne t’enê- giregira”,- N. Mûradê e’lamkir.

Serê meha çirîya pêþin þeherê Îraqêda þikyatê seranser destpêbûn. T’evbûyê e’mela de’wa t’erkdayîna h’ökömetê, þer’k’arîya miqabilî kor’ûpsîayê, bêxevatîyê, xweþkirina þertê e’mir dikin,. Isa jî wek’îlê miletê welête kêmjimar piþta þikyatçîya girtin, nav wê hejmarê ÿzdîya. R’oja înîyê T’eþkîleta miletê yekbûyî e’lamkir, wekî encama þikyatkirinada Îraqêda 270 meriva zêdetir hatne köþtinê.

Дьhа зедә бьдьнә к҆ьвше
Back to top button