PoliticsTop

Ç’e’vnihêr’î serecivata Ermenîstan-Yûnanstan-Qibrise bi cûr’eçapa sêalîye pêþinin: r’asthatina P’aþînyan-Pavlopûlos qewimîye

Nîkol P’aþînyanê serekwezîr r’astî Prokopîos Pavlopûlosê sedrê Cimhöryeta Yûnanstanêyî bi serdana r’esmî li Ermenîstanê qesidî hatîye. Çawa ij fermandarîya serekwezîrê CE e’lamdikin- Nîkol P’aþînyan daye k’ivþê, wekî eleqetê herdö welataye navbera dewletada û navbera cime’tada ser dereca ze’f bilindin, û göman e’lamkirîye, wekî ser wê fona  k’ardar hevk’arîya malhebûnîêye diha k’ardar wê erêve. “Meha k’anûna paþin em ç’e’vnihêr’î serecivata bi cûr’eçapa Ermenîstan-Yûnanstan-Qibrise xweye e’wilin, k’îjanê R’ewanêda biqewime. Ew qewmandina ze’f ferze,  k’îjanê eleqetê me bike ê diha k’ardar. Mexsûs ez dixwezim binxetkim, wekî Ermenîstanêda berva Yûnanstanê berbir’îbûna mexsûs heye, û cime’ta me bi qîmetê mezin wê delîlê tîne bîr, wekî hila hê sala 1996-a Yûnanstanê Qir’a ermenîya r’esmî naskirîye. Ez dixwezim em têbinivîsin, wekî sala 2015-a þêwirxana Ermenîstanê jî qir’a yûnana, mexîna naskirîye. Ez difikirim- ev dedîl h’îm die’frîne, wekî em pirsê bêqezîabûna globalda jî r’ê-dirbê hevk’arîyê biger’in, çimkî seva me naskirina qir’a ne kö t’enê pirsgirêka naskirina t’arîxêye, lê isa jî cefê bêqezîabûna global û þerpezekirina t’evköjîyava hinartîyî ferze”,- P’aþînyanê serekwezîr daye k’ivþê. Prokopîos Pavlopûlos cefê hindava Ermenîstanê û cime’ta ermenîyada dîtî, k’îjan naskirina Qir’a ermenîaye ort’emiletîyêva hinartîye, silavkirîye. “Ez ze’f þame û ê hevk’arîya sêalî silavdikim, k’îjan navbera Ermenîstanê, Yûnanstanê û Qibrisêda heye. Ez bawerim, wekî hevk’arîya bi cûr’eçapa sêalî ne kö t’enê dikare k’arê bîne û seva her welatekî k’ardarve, lê heynese seva hevk’arîya Ermenîstanêye t’ev Yektîya Avropayê”,- sedrê Yûnanstanê gotîye. Qiseçî paþda veger’yapne ser pirsê derheqa hevk’arîya çawa döalî, isa jî bi cûr’eçapa p’ir’alî, fikir dora hevk’arîya Ermenîstan-Yekîtya Avropa p’evgöhastine.

Дьhа зедә бьдьнә к҆ьвше
Back to top button