PoliticsTop

T’irkîa, k’îjanê Qir’a ermenîya mîaserkirîye, natirse ya t’eze bike: T’ûlsî Gabbard

T’ûlsî Gabbarda endama sera Kongrêsa Wîlayet’ê Amêrîkaêye Yekbûyîye wek’îla  li Donald T’ramp’ê sedir û Sênataê Wîlayet’ê Amêrîkaêye Yekbûyî kirîye bangî Qir’a ermenîya naskin- bona h’evskirina zölmk’arîyê t’eze. Kêlma  ya kongrêsvan belgê “Fêysbûk’-êda encomana Wîlayet’ê Amêrîkaêye Yekbûyîye De’wa ermenîya belakirîye. “Mîsîonêrê Amêrîkayê û dinîa dîwannasîyê e’lamkirin, wekî Qeyserîya osmanîyê dicêr’bîne cime’ta ermenîye xaçp’arêz t’öneke. Wîlayet’ê Amêrîkaêye Yekbûyî bû mala merivê p’ir’hhejmar,   ê kö Qir’ dîtin.

Zölma wane berê dîtî bû seveva e’frandina xevera “k’omköjî” hindava R’afayêl Lêmkînda. Lêmkîn xwexa bû  þe’dê dest Almanîya Nasîstîyê cor û cefê mala xwe”,- endama sera wek’îla gotîye. Encamê înk’arkirina Qir’a ermenîya, bi gotina wê, hana meda ê dîtinêne. “Ez çawa li Ermenîstanê, isa jî li Qerebag’a Ç’îya qesidîme. Ez dîna xwe didimê, wekî T’irkîa, k’îjanê Qir’a ermenîya kirîye, natirse ya t’eze bike.

] Dêmek, T’irkîayê destbi qir’kirina k’ördê Sûrîa þimalêye ÿt’nîk kirîye. Min we’dekî dirêj li h’ökömeta me kirîye bangî Qir’a ermenîya qebûlke. Ez h’esavdivim xödaneke qirara 296-a. Sera Wek’îla bi dengê safî xeverda- bi t’er’ibandina ker’-lalyîê û bi naskirina Qir’a ermenîya. Em li Sênatê û T’ramp’ê sedir dikine bangî- ya e’ynî bikin”,- T’ûlsî Gabbardê k’êlma xweda gotîye.

Дьhа зедә бьдьнә к҆ьвше
Back to top button