PoliticsTop

Yektîya Avropayê hevr’axeverdanê Qerebag’a Ç’îada piþta cefê h’emsedrê k’oma Mînskê digre: Toyvo Klaar

Nîkol P’aþînyanê serekwezîrê CE Toyvo Klaarê wek’îlê Yektîya Avropaêyî mexsûsî bi pirsê borana Qafqasîya Ce’nûbê û Görcistanê qebûlkirîye. Çawa ij fermandarîya serekwezîrê CE salixdikin, serekwezîr daye k’ivþê- Ermenîstan dayîm pêþdabirina eleqetê t’ev Yektîya Avropayê ferz h’esavdike, û r’asthatinê derecebilinde r’esmî derheqa hevr’axeverdana CE-Yektîya Avropaye k’ardar, meþa hevk’arîya dînamîkda þe’detîyê didin.

Bi gilîyê Nîkol P’aþînyan-  Yektîya Avropayê  nav pêvajoya wergöhastinê welatê meda bayê xwe t’ijîkirî hevalk’ara Ermenîstanêye hereferze, û h’ökömet pirsa pêþdabirina r’êformê ferze warê baþqe-baþqeda ser ya xweye. Wek’îlê Yektîya Avropaêyî bi pirsê borana Qafqasîya Ce’nûbê û Görcistanêyî mexsûs daye k’ivþê, wekî Yektîya Avropayê jî meh’kemkirina hevalk’arîyê t’ev Ermenîstanê ferz h’esavdike û haziree k’omekê bide serekwezîrê CE, h’ökömetê nav wergöhastinê meh’kemkirina dêmokratîaêyva hinartî ferz h’esavdike.

Nîkol P’aþînyan û Toyvo Klaar fikir dora serr’astkirina miqabilîhevbûna Qerebag’a Ç’îya p’evgöhastine. Serekwezîr binxetkirîye- Ermenîstan serr’astkirina miqabilîhevbûnê her t’enê bi r’iya e’dilî divîne û pêvajoya hevr’axeverdanaye goveka cûr’eçapa h’emsedirtîya k’oma T’eþkîleta bêqezîabûn û hevk’arîya Avropayêda amine. Toyvo Klaar gavê Ermenîstanêye e’dilî serr’astkirina miqabilîhevbûnêva hinartî silavkirîye û daye k’ivþê, wekî Yektîya Avropayê piþta cefê h’emsedrê k’oma T’eþkîleta bêqezîabûn û hevk’arîya Avropaêye Mînskêyî t’erefê hevr’axeverdanê e’dilîda digre.

Дьhа зедә бьдьнә к҆ьвше
Back to top button