SocietyTop

Welatê Afrîkayê dixwezin ç’e’v bibdine modêla “ij mek’tevê bîznês”-êye ermenî

Ermenîstanê modêla xwendina înjênêrîyê û bîznêsê t’ehwîlî welatê Afrîkayêke. Nav qisa t’ev spûtnik Armênîayê derheqa vê yekêda Amalya Êg’oyana serk’ara fonda înkûbatora Îdarexana got. Zohrab Mnasakanyanê wezîrê CE-î k’arê der hila hê meha nîsanê çûbû Ÿfîopîayê û R’ûandayê. Li vira cêrge hevr’aqayîlne’me hatbûne morkirinê, nav wê hejmarê- derheqa hevk’arîya warê têxnologîayê bilindda. Hevr’aqayîlne’ma derheqa hevk’arîyêda t’ev Ÿfîopîayê idî hatîye morkirinê, hevr’axeverdanê t’ev Bênînê û Nîgêrîayê didûmin. Ermenîstan îdi dixweze cêr’ibandina pêþdabirina xwendina înjênêrîyê û bîznêsê t’ehwîlî wan welatake. Welatê meda idî serê çend salaye- ösûla heman tê e’frandinê. Yektîya îdarexanê Ermenîstanêye têxnologîayê pêþdabir serk’arîyê laboratorîayê ArMat’-e mek’t’evaye înjênêrîyê dike, çend hevaltîyê gir dersê înjênêrîyê û berne’mekirinêye k’ûrbûyî seva te’lîmxana hazirkirine, ûnîvêrsîtêta polîtêxnîkîêda laboratorîyaê miletîyê arxîtêktûrîyê e’meldikin, lê R’ewanêda avana arxîtêktûrîyê heye, li k’ö îdarexanê t’eze û t’eze vedvin. Em bidine k’ivþê- hevaltîyê ermerî idî sûka Afrîkayêda e’meldikin. Ij wana yek hevaltîya Amêrîkaêye, merk’eza k’îjanêye

r’êkpêkkirina R’ewanêda heye û cêrge welatê Afrîkayêda idî berne’me seva serwêrîkirina ÿlêktronîyê r’ik’inkirine.

Дьhа зедә бьдьнә к҆ьвше
Back to top button