PoliticsTop

Ararat Mîrzoyan li endamê Serecivata yektîya navbera þêwirxana kirîye bangî qesta e’melê miqabilî T’irkîayê bikin

Ararat Mîrzoyanê sedrê Civata CE-êye Miletîyê nav k’êlma serecivata yektîya navbera þêwirxanadaye 130-îda t’emamîya þêwirxanevana kirîye bangî dengê xweyî hewarê dora h’alê Sûrîaêda e’firî bilindkin. Sedrê Civata CE-êye Miletîyê belgê xweyî “Fêysbûk’”-êda p’arek ij k’êlma serecivata yektîya navbera þêwirxanadaye 130-îda belakirîye, k’îjanê em t’emsîldikin: “Vê demê, çaxê em  vê oda r’ûniþtinê cemkirina t’amda r’ûniþtîne, endam dewleteke me- T’irkîa, t’opraxaê Sûrîaêye mayîna kördada e’melê e’skerîyê h’ecimdike.

Nav çend r’oja bi seda meriv hatne köþtinê, lê bi deha h’ezara hatne cîr’aqetandinê. Îro Qamiþlîyê û  þeherê Sûrîaêye dinda meriv bi heman cûr’eyî bin qezîaêdanin, çi þherê Sûrîaêyî K’êsabêyî mayîna ermenîyada sala 2014-a. Bi k’enê yazîyê ev qewmandin e’ynî wî cîda divin, e’ynî t’opraxa dinîanîgarîyêda, li k’ö bermayê þeh’îdê Qir’a ermnîaye 100 sala pêþda hindava Qeyserîya osmanîêda mîaserbûyî xwelîyê û qûmêdanin. Û ez- çawa wek’îlê miletekî, k’îjan þe’debûye û  zölmeke sedsalîya 20-îye heremezin- sûck’arîya miqabilî mervayêva hinartî dîtîye, ez li t’emamîya þêwirxanevana dikme bangî dengê xweyî hewarêyî  dora h’alê Sûrîaê e’firî bilindkin.

Ez li endamê Serecivatê dikime bangî qesta e’mela bikin. Ez li yektya navbera þêwirxanada – çawa t’eþkîlet û her  þêwirxaneke li vira t’emsîlbûyî, dikime bangî, hêçxem nemînin û e’melê T’irkîayê safî ê qebûlnekirinê h’esavkin û bêe’glekirin de’wa r’awestandina wan bikin”.

Дьhа зедә бьдьнә к҆ьвше
Back to top button