PoliticsTop

Adrbêcan ya avakirçî nîne û safîkirina miqabilîhevbûna Qerebag’a Ç’îaye e’dilî naxweze: R’ûbînyan

Cava Îlham E’lîêv, wekî cime’ta Qerebag’ê t’ine, careke dinê îzbatdike, wekî himberî alîê ermenî, Adrbêcan avakirçî nîne û, bi e’sasî, safîkirina miqabilîhevbûnêye e’dilî naxweze. Derheqa vê yekêda Civata Miletîyêda nav qisa t’ev r’ojne’mevana R’ûbên R’ûbînyanê dêpûtatê k’oma “Gava min”, sedrê encomana Civata Miletîêye eleqetê dereke da k’ivþê. “Serekwezîrê CE e’lamkirîye, wekî her t’enê safîkirina miqabilîhevbûnêye e’dilî dikare heve û h’erke em dixwezin bigihîjne safîkirina isa, lazime, wekî cime’ta Ermenîstanê û cime’ta Arsaxê û cime’ta Adrbêcanê dora wê safîkirinê qayîlvin. Ew hîvîdarbû, wekî alîyê dine jî wê delîlê wê qebûlke, çimkûî bêy qayîlîya alîya t’ö safîkirinek îht’îmal nîne. Lê cava E’lîêv dide k’ivþê, wekî ew vê qirarê qebûlnake, dêmek, safîkirina miqabilîhevbûnêye e’dlilî naxweze. Ez difikirim, wekî hevalk’arê ort’emiletîyê wê yekê wê têbinivîsin û encamanîna wê bikin”,- ewî gotîye.

Дьhа зедә бьдьнә к҆ьвше
Back to top button