Politics

CE û Bêlar’ûs bi k’ardarî dixevtin: Nîkol P’aþînyan r’astî Alêk’sandr Lûkaþênko hatîye

Nîkol P’aþînyanê serekwezîrê CE r’astî Alêk’sandr Lûkaþênko hatîye, ê kö li Ermenîstanê qesidîye bi meremê t’ev r’ûniþtina þêwra YAAM-êye malhebûnîêye Herebilindve. Çawa ij fermandarîya serekwezîrê CE e’lamdikin, Nîkol P’aþînyan, bi t’exmînkirina, wekî eleqetê t’ev Bêlar’ûsê bi hine t’erefa ser dereca ÿp’êce baþin, daye k’ivþê, wekî ne cayîze ser ya p’eydakirî bisekinin,  gere bidûmînin eleqeta pêþda bivin. “Bêlar’ûs hevalkara meye de’wmeþandinêye, hevalk’ara ze’f ferz, û em ze’f k’ardar dixevtin. Min göman heye, wekî ew hevk’arî bere-bere wê diha k’ardarve”,- serekwezîrê CÞE gotîye. Alêk’sandr Lûkaþênko daye k’ivþê, wekî t’ev Ermenîstanê eþîafitildayîna ne mezin mewcûde: “Îro- idî pey , wekî tö bûyî serekêwezîr, min salix nihêr’în- 140% zêdebûna meye eþîafitildayînê heye. Têmpa ze’f baþe. Me r’ê dîtin, xazma çaxê em k’etine li YAAM, û ez Te gere bidime bawerkirinê, wekî virhada jî wê isave. Emê komekê bidine we, bîznêsa weye Bêlapr’ûsêda, h’erke îdarexanê me seva we balk’êþin, emê bêne Ermenîstanê, emê îdarexanê t’evayî bie’frînin.

Дьhа зедә бьдьнә к҆ьвше
Back to top button