Þanda h’ökömetîye bi serk’arîya Lî Syên Lûnê serekwezîrê Cimhöryeta Sîngapûrê bi serdana r’esmî Ermenîstanêdaye. Xilazîya hevr’axeverdanê r’esmîye döalîda qisa serekwezîrê herdö welataye çapgerîêye t’evayî qewimîye. Serekwezîrê CE daye k’ivþê, wekî t’omrîbûnê Ermenîstanê û Sîngapûrêye balk’êþ hene: “Welatê me bi r’êsûrsê t’ebyetî dewlemend nînin û de’wmeþandina xwe ser xevtandina kapîtala merivaêye k’ardar avadikin. Xwendin, zanebûn û t’ezevantî, xevath’izî û xweþbiînî gerew û qewata pêþdaçûyîna dewletê meye h’ejokin”,- Nîkol P’aþînyan gotîye- bi serdazêdekirina, wekî wexta hevr’axeverdana derheqa berfirekirina hevk’arîya isa jî þênîyê ort’emiletîyê, bi t’aybetî- goveka T’MY-da xeverdane. Serekwezîrê Sîngapûrê daye k’ivþê, wekî t’ev hevalk’arê xweyî Ermenîstanê eleqetê berfirekirina pevgirêdanê döalî e’ne’nekirine, nav wê hejmarê- bi p’evgöhastina û bi serdagnê xwendinê. “Me hevr’aqayîlne’ma derheqa t’öcarîya YAAM-Sîngapûre aza e’ne’nekir, û ij ij r’asthatina berîn virdatir me pêþdaçûyîna cehwerî p’eydakirîye, k’îjan îznê dide me wexta vê serdana min hevr’aqayîlne’mê qolkin. YAAM-êda Ermenîstan seva Sîngapûrê h’emfikir û hevalk’ara ferze”,- Lî Syên Lû gotîye.
Related Articles
Ij 22-ê meha gölanê 22-ê meha tîrmehê t’eþhîrkirina p’êþk’êþî 100-salîya Þar’l Aznavûr bûyî wê biqewime
25.04.2024, 17:25
Erdog’an bi gilîyê 24-ê meha nîsanêyî înk’arkirina döristîyê 1915-aye t’arîxîyî bi sirê pêþda hatîye
25.04.2024, 14:04
Dêpartamênta WAY-ye dîwanî bi gotarê delîvê t’er’ibandinê heqê mêrive hindava Adrbêcanêda tênivîsîye
25.04.2024, 13:03
Ьса жи сахтикьн
Close