PoliticsTop

Emenîstanêda serecivata Yektîya Avroasîaêye malhebûnîyê wê destpêve: Serk’arê 7 welata li R’ewanê wê biqesidin

1-ê meha çirîa pêþin Ermenîstanêda serecivata Yektîya Avroasîaêye malhebûnîyê wê destpêve. Serk’arê 7 welata- 4 serk’arê enam dewletê Yektîya Avroasîaêye malhebûnîyê, sedrê Moldovayê bi r’ewþa nihêr’van, lê isa jî serekwezîrê Sîngapûrê û sedrê Îrranê wê bêne R’ewanê. “Îranê van xilazîya daye pêh’esandinê, wekî pêvajoya erêkirinva höndör’ê dewletê idî xilazkirîye, û hevr’aqayîlne’ma derheqa t’öcarîya azaye t’ev Yektîya Avroasîaêye malhebûnîyêda  morûyî 27-ê meha çirîa pêþinda dik’eve nav qewatê. Ew seva me ze’f ferze, çimkî Ermenîstan  endam welatê Yektîya Avroasîaêye malhebûnîyêyî t’enêye wekî sînorê wêyî r’eþayê t’ev Îranê heye. T’ev Sîngapûrê jî hevr’aqayîlne’ma derheqa t’öcarîyêda wê morve”,- Þavarþ K’oçaryanê dewsgirtîyê wezîrê k’arê der “Oda r’adîolûrêye mêvanada” gotîye. Dewsgirtîyê wezîrê k’arê der isa jî derheqa bergeha bûyîna Adrbêcanêye nihêr’vana Yektîya Avroasîaêye malhebûnîyêda xeverdaye. Qewlî Þavarþ K’oçaryanva- Adrbêcan bile nikare ç’e’vnihêr’î r’ewþa hemanve, çimkî qanûnne’ma Yektîya Avroasîaêye malhebûnîyêda k’ivþbûyîye, wekî t’ö welatekî nihêr’van nikare gavê heman bike, k’îjanê ziyanê bidine endam welatekî Yektîya Avroasîaêye malhebûnîyê.                                                   

Дьhа зедә бьдьнә к҆ьвше
Back to top button