TopWorld

Nadîya Mûradê serk’arê Cî-7-r’a derheqa h’alê ÿzdîayî hêsîrtîyêda gilîkir

Nadîya Mûrada heqp’arêza ÿzdî Bîarrîsaêda r’astî r’êberê welatê “Herh’evtê mezin” (Cî 7) hatîye. Wexta r’asthatina t’ev serk’arê dewleta, Mûradê derheqa h’alê jinê ÿzdîayî giranda gilîkir û kire gazî t’emamîya dinîaêda wekehevtîya gêndêrîyê ewlekin. “Îro qedrê min heye ez t’ev r’êberê Cî-7 derheqa h’alê jinê ÿzdîayî giran û lazmaya wekehevtîya gêndêrîêye gobalda xeverdim. Jinê ÿzdîya heqîyê qazincdikin. Pênc sala pey qir’a Dewleta îslamîêr’a, bi h’ezara qîz û bûkê ÿzdîya hila hê h’esavdivin bêser û berat’e indabûyî”,- Mûradê mîkrobloga xweye “T’wît’t’êr»-êda nivîsîye. P’arîzê wekehevtîya gêndêrîyê kire pirseke h’emcivata Cî-7-e sereke, k’îjan 24-26-ê meha t’ebaxê þeherê Fransîaêyî Bîarrîsêda derbazbû. Serê salê þêwra Cî-7-e t’emîdayînêye bi pirsa wekehevtîya qisma hate e’frandinê. Nadîya Mûradê û Dênî Mûkvêgê xelatbirê xelata Nobêlîêye e’dlayê serk’arî þêwrê kirin. Wexta qir’a sala 2014-aye Þengalêda hindava tirsk’arê dewleta îslamîêda weke 7000 jin û zar’ê ÿzdîya hatne r’evandinê. Tirsk’ara jin bi r’ewþa sêk’s-hêsîra didane xevatê û t’esmîlî zordestîya sêk’sûal dikirin, zar’ bi r’ewþa ç’ekdar-canfîdawîya didane xevatê, lê zar’ê sava difrotne li malê qebûlkirinê. Bi hine qîmetkirina, 3000 jin û zar’ê ÿzdîya zêdetir bêser û berat’e indabûyî têne h’esavkirinê.

Дьhа зедә бьдьнә к҆ьвше
Back to top button