Nîkol P’aþînyanê serekwezîrê CE bi hevr’êtîya Sûrên Papîkyanê wezîrê serwêrîkirina t’opraxa û binxeleqa çûne Cêrmûkê nasîya xwe bidine fikira binelîyaye xevtandina k’ana Amûlasarêva girêdayî. Derheqa wê yekêda serekwezîr belgê xweyî fêysbûk’êda nivîsar kirîye. Serekwezîrê CE merk’eza Cêrmûkêda kin t’ev bajar’vanê berevbûyî qisekirîye, ê kö miqabilî xevtandina k’ana Amûlasarêne. Ewî daye k’ivþê- h’erke k’an bixevte, xevata wê gere t’ö t’esîrekê ser çawa hewê, isa jî avê, xwelîyê, dereca deng nehêle. “Ew þînkayî, k’îjanê pezê meyî xweykirî gere bixwe, goþt, k’îjanî zar’ê me gere bixön, h’erke safîve bi qezîaye, k’anê neyê xevtandinê”,- serekwezîr gotîye cêrmûkîya. Bi meremê cîda naskirina qewmandinê xevtandina k’ana Amûlasarêva girêdayî bi sipartina Piþtovanê heqê mêriv k’oma xevatê hatîye þandinê li Cêrmûkê.
Related Articles
Muzeya-Enstîtuya Qirkirina Ermeniyan dê di 24ê Nîsanê de ji hemû ziyaretvanan re vekirî be
23.04.2024, 21:02
Muzeya-Enstîtuya Qirkirina Ermeniyan tundiya li dijî Ermeniyên Qerebaxê ji aliyê Azerbaycanê ve bi kûrahî lêkolîn dike
23.04.2024, 20:17
Ьса жи сахтикьн
Close