Politics

R’adîkalê k’örd çadirgehê ÿzdîyê p’enaberda sûtman (agirberdan) t’eþkîlkirine

Polîsîa K’ördistana I’raqê derheqa girtina pênc þikserada e’lamkirîye, ê kö t’ev agirberdanê çadirgehê p’enaberê ÿzdîyada bûne, k’îjan þeherê Dihokêdaye. Niha polîsîa t’evbûyê agirberdanêye din diger’e.  Derheqa vê yekêda p’êla “K’ördistan24”-e dûrdîtinokê e’lamdike- bi qestkirina li çe’vkanîyê meqametê heqp’arêzîyê. E’melê pêþin 6-ê meha t’ebaxê çadirgeha Çamiþkoyêda (Dihok) bû, encama çida 20 çadir seranser þewitîn. Paþê dö agirberdan 10-ê meha t’ebaxê bûn, wî çaxî 10 çadira zêdetir þewitîn. E’wil polîsîayê h’esavkir, wekî me’nîya agirpêk’etinê ÿlêktrot’êla nesazbû, lê paþê levhat derk’evne ser îza sûck’ara. Polîsîayê me’nî e’lanekirin, bi k’îjana sûck’ara hatbûne serwêrîkirinê. Ê ziyanêk’etî difikirin, wekî xêrnexwezîya xiravaye miletîyê û ayînaye nisbetî ÿzdîya herek’etkirîye. Angorî salixê T’eþkîleta  bi pirsê p’enaberaye ort’emiletîyê, nav sala derbazbûyî pey seranser azakirina Þengalê ij tirsk’arê dewleta îslamîyê her t’enê 20%-ê binelîyê þeher paþda veger’yane malê xwe. Lê 80%-ê binelîyê þehere mayîn didûmînin çadirgehê t’opraxê K’ördistana Îraqê, T’irkaîyê, Yûnanstanê û Sûrîaêda bijîn. Faktoreke sereke, k’îjan nahêle meriv paþda veger’ne malê xwe, bi fikira T’eþkîleeta bi pirsê p’enaberaye ort’emiletyê, h’esavdive t’inebûna binxeleqê lazim, r’adestkirina avê, ÿnêrgîya ÿlêktrîkîyê û t’inebûna alîk’arîya doxtirîêye lazim, lê isa jî mecalê bêqezîabûnêye xirav.

Дьhа зедә бьдьнә к҆ьвше
Back to top button