SocietyTop

“Jin û zar’ê ÿzdîaye r’evandî tirsk’ar bi h’etanî 50 h’ezar dolara difroþin

“Tirsk’ara mêr dikuştin, lê jin, qîz û zar’ hêsîr dibirin. Çaxê tirsk’ara bomb hazirdikirin, t’êla xilazîyê, k’îjan gere pêvakirana, û ij k’îjanê qezîya t’eqînê hebû, didane zar’ê ÿzdîaye 5-6 salî. Lê nisbetî jinê dîlbirî bêh’ed xirav bûn, nav r’okê dikaribûn çend kesa bifroşin. Bile xiyala mêriv îznê nade bînne ber ç’e’va, k’a çi danîne serê jina- dişihurandin, hêsîr dibirin…”.İj ç’arenivîs-yazîya jin, zar’ê gendî bi wî ij hêsîrtîyê azabûyî Abdala Şirêm miqaledarê “Hêtk’.am”-êr’ap p’ar gilîkirine, ê ku bi vî navê qelp t’emsîldive, çimkî dest şuxulvanîya wî hindava serk’arê k’oma “DΔ-êye tirsk’arîyêda tê saxtîkirinê. İj meha sala 2014-aye t’ebaxê h’etanî îro ewî karibûye 394 ÿzdîya ij hêsîrtîyê bik’ir’e û azake.

R’EV BERVA Ç’ÎAYÊ ŞENGALÊ

          Abdila Şirêm 43 salîye. Gundekî neh’îya Şengala Îraqêye ce’nûbê- T’al K’asabêda r’û dinê k’etîye. Divêje- t’emamîya gundda mala wîye giran dima- 94 nefer, nav wan- apê wî, zar’ê wan. 3-ê meha sala 2014-aye t’ebaxê DE’ÎŞ-ê h’icûmî ser gund kiribû.

          “Me bawernedikir, wekî emê t’esmîlî qir’kirinêvin.E’skerê p’êşmerga k’urda Şjngalêdabûn, û weke 3000 e’sker dor-berê T’al K’asabê hebûn. Te’lebextr’a, h’etanî DE’ÎŞ-ê bik’etayê û em wê qir’kirana, ij wê yekê seh’etekê pêşda e’skerê k’urda derk’etin derva, û em serwextnedibûn, k’a çi diqewime. DE’ÎŞ k’ete gunda û destbi qir’kirinê kir,- qiseçîyê min gilîdikej, le’zekê şunda serda zêdedike,- me kes nedît, wekî me xilazke, destê alîk’arîyê dirêjî meke. Xilazbûna me e’skerê k’urdaye  Şengalêdabûn- pêşmerge, me bawerdibkir, wekî me wê xilazkin, wê îznê nedin, wekî DE’ÎŞ h’icûmî ser meke. H’etanî ÿrîşkirina ser Şengalê, DE’ÎŞ-ê ÿrîşî ser þîayê T’al Afara r’ex wêda kiribû, wekî me malê xweda sit’ar dabû wan, alî wan kiribû”.

          3-ê meha sala 2014-aye t’ebaxê du r’ê hebûn,  ij k’îjana yekêda tirsk’ara 56 neferê Abdalaye giran hêsîr biribûn, lê 38-ê dinr’a,  nav k’îjanabûn Abdala, jin û zar’ê wî, levhatibû r’êke dinva bir’evin. Ew gihîþtibûne ç’îayê Şengalê, li k’u, angorî qiseçîyê “Hêtk’”-ê, 8 r’oja bê nan û av derbazkiribûn. 8 r’oja şunda ew r’êk’etibûn berva Sûrîayê, ij wira jî neh’îya Şêxanêye li şimala Îraqê, paşê- çadirgeha Xankê, k’îjan dîsa şimala welêtdaye. Ij meha sala 2014-aye t’ebaxê h’etanî îro weke 50 h’ezar p’enaberê ÿzdî vê çadirgehêdanin.

          HÊSÎRBIRIN Û FIROTAN

          Abdala karibûe ij 56 qewmê xweye hêsîrbirî 39-a azake, salixê wîye derheqa 17-ê dinda t’inene, lê  þik hene,    wekî ij wan 13-  mêr, hatne köþtinê.

          Wexta qisa meye bi t’êlê, k’îjan R’ostem Bk’oyanê dêpûtatê CM, ê kö wî çaxaî çadirgehêdabû, t’ercmedikir, salixê derheqa cîyê zar’a 5-salîda  döristdikir. Zar’ 3-ê meha sala 2014-aye t’ebaxê r’û dinê k’etîye, e’ynî r’ojê tirsk’ara diya wê r’evandibûn. Eva xilazîyê pêr’a gîhandibû salixa derheqa zar’êda t’ehwlke- bi nitirandina, wekî ser piþta wê nîþana t’exmînkirinê heye. Tirsk’ara paþê dê köþtibûn. Niha Abdala dicêr’bîne zar’ê bivîne û cîgöhêzî çadirgeha p’enavberake Abdala seva paþdaanîna t’emamîya meriva cem daye. H’etanî sala 2016-a hêsîrek bi h’eta 10 h’ezar dolara dik’ir’în, niha- h’eta bi 50 h’ezara dolara  “Tirsk’ar wê pêvajoyê çawa t’öcaret t’emaþedikin, meriv danîne dewsa eþîya, û çî wan merivayê nek’etîye”,- qiseçîyê min divêje. Wekî bigihîjne serk’etinê Abdala p’evgirêdanê xwe dide xeatê, nav wê hejmarê- Sûrîaêda. “Nav cime’ta Sûrîayê nas û hevalê min hebûn, ê kö ÿp’êce alî min dikirin, gele cara bêy cîderxistin. Mesele- dikarbûn cîyê zar’ê ÿzdîayî Sûrîaêda bivînin, paþê bi cûr’ekî ij destê DE’ÎÞÊ-ê derxin û bigihînne cîyê cî”,- Abdlayê 43-salî gilîdike. Derheqa delîva xilazîêye levhatîda jî divêje, wekî karibûye zar’a ÿzdîye 6-7 salî ij T’irkîayê paþda veger’îne. Wexta  derbazkirina sînor dermanê xewê dabûne zar’ê û nav qöt’îke barbire bi hêka barkirî cîwarkin  Abdala divêje, wekî pey sala 2016-ar’a k’ir’îna dîla diha çetinbûye. Tirsk’ara, pey dûrk’etina ij Sûrîayê, jin, qîz û zar’ warê baþqe-baþqeda cîwarkirine. P’areke wan, bi t’ehwîlkirina Abdala, niha T’irkîaêdaye, t’erefê safîkirina cîyê hinekê dinêda xevatê dikin.  Qiseçîyê min dide k’ivþê, wekî pêþtirî edakirina li tirsk’ara, mecbûrin zimên t’ev binelîyê göndê e’reba bivînin, ê kö sirîya xweda r’ê digirtin- bi kirina de’wa p’era.

          Bi salixê Abdala- niha 2908 ÿzdî destê tirsk’aradanin. Dide k’ivþê, wekî k’ir’îna hêsîra her t’enê bi alîk’arîya ÿzdîya û cema ij benkê hildayî t’eþkîldikin, lê dewleta I’raqê h’etanî îro qe gavek nekirîye. Bi gotina qiseçîyê min- nav 5 sala deynê wan zêdebûye, lê ew nikare bive asteng seva azakirinak ÿzdîyê hêsîr.  “Ew k’îjan p’er’ê dinîaêdavin jî, emê bidûmînin biger’in û dema dîtinê paþda veger’înin”,-Abdala divêje.

5 SALA BÊY MEK’T’EV, NEXWEÞXANE: ÇADIRGEHA P’ENABERÊ XANKÊDA

          Qiseçîyê “Hêtk’”-ê t’exmîndike, wekî sala 2014-a virdatir neh’îya Þengalêda qe teiþtek berva xêrê nehatîye göhastinê, k’îjanê wê k’omek bida, wekî ÿzdî paþda veger’yana malê xwe. “H’etanî niha t’ö mek’t’eveke me t’ine, mecala hînbûna zar’a t’ine. H’erke yek nexweþdik’eve yan pirsgirêkê wêye sag’lemîyê hene, gere bighîje Mûsilê yan Dihokê. Kesekî seva  ÿzdîya tiþtek nekirîye, þert nehatne e’frandinê, wekî ÿzdî paþda veger’ne malê xwe. Binelîyê wan gönda, ê kö tirsk’arava cembibûn, niha dewlet wan göndada h’emû tiþtî dide dasekinandinê, lê seva me t’ö gavek, t’ö e’melek nehatîye kirinê”,- qiseçîyê min, ê kö çadirgeha p’enaberê Xankêda dimîne, divêje, paþê serda zêdedike,- me bawerdikir, wekî h’etanî niha dewletê û  dinîayê derdê me wê dermankirana, lê h’etanî îro kes destê k’omekê dirêjî me nake” Lêbelê, Abdala xweþbîne- bi k’ivþkirina, wekî ew gömanê nabir’in, þer’k’arîyê dikin, lê qir’a ÿzdîaye sala 2014-a jî ya pêþin nîne: divêje- Þengalêda berî wê jî ÿzdî qir’kiribûn,  û h’erke hûn r’avne ç’îayê Þengalê, hûnê h’estûyê ÿzdîya bivînin, wekî h’estûyê þeh’îdê qir’a sala 2014-a t’ev wan bûne “Em cime’tin, wekî avadike, þêndike. Cime’ta me ya xiravkirinê, wêrankirinê nîne, em mînanî xelqê nînin, bi mecalê lape kêm jî em dikarin bie’frînin, þênkin, wekî em bikarvin e’mrê xwe paþda veger’înin”.

Дьhа зедә бьдьнә к҆ьвше
Back to top button