SocietyTop

R’ostem Bek’oyan: Weke 350 h’ezar ÿzdîyê p’enaber îro çadirgehê Îraqêda dijîn

Weke 350 h’ezar ÿzdîyê p’enaber îro çadirgehê Îraqêda – þertê debêye bêh’ed xiravda dijîn. Derheqa vê yekêda nav qisa t’ev “Hêt’k’.am”-ê R’ostem Bek’oyanê dêpûtatê Civata CE-êye Miltîêye k’oma «Gava min”, e’slê xwda ÿzdî gotîye.      Ewana idî pênc salin, wekî vira dimînin: pey e’melê k’omköjîêye nsbetî ÿzdîyê neh’îya Îraqêye Þengalêda sala 2014-a hindava k’oma “Dewleta îslamîêye” tirsk’arîyêda ÿzdî mecbûrbûn ij mal-h’alê xwe bir’evin. Wana îro çadirgehê baþqe-baþqeda sit’ar dîtîye. Warê ÿzdîaye jîyînê  hatne wêrankirinê, hindava tirsk’arada 10 h’ezar ÿzdîya zêdetir hatne köþtinê, lê weke 3000 ÿzdî jî hila hê r’ewþa hêsîradani        R’ostem Bek’oyan divêje, wekî ij k’omköjîyê 5 sala þönda p’ir’anîya warê wane jîyînê nehatne dasekinandinê. P’ara neh’îya Þengalêye ce’nûbê valabûye, lê p’ara þimalêda meriva destpêkirîye careke dinê cîwarvin. 5-10 h’ezar ÿzdî veger’yane li merk’eza neh’îyê- þeherê Þengalê (Sîncar). R’ostem Bek’oyan isa jî çûye p’ara neh’îêye çawa ce’nûbê, isa jî þimalê, çûye þeherê Þengalê, neh’îya Îraqêye Þêxanêye þimalê, li 5 çadirgehê p’enabera qesidîye, ij k’îjana her yekêda,bi gotina ê dêpûtat, hejmara ÿzdîyê p’enaber çend deh h’ezare. R’ostem Bek’oyan divêje, wekî çadirgehada þertê jîyînêye lap kêm t’inene- ij çadira girtî, k’îjan p’ayê p’ir’ê seva xevtandina 6 meha têr’adîtîne, lê idî pênc salin  meriv wanda dimînin. P’ir’anîya çadira wexta berfê, baranê, bê ij me’þandinê dip’er’ite. Av û ÿnêrgîya ÿlêktrîkîyê t’imê nîne, wekî hene, xörek jî h’îmlî ij T’eþkîleta miletê yekbûyî distînin.         Bek’oyan divêje, wekî p’ir’anîya binelîyê çadirgeha idî van þertar’a yole diçe        “T’emamîya çadirgehada e’ynî h’ale, nexweþîya serê xwe r’akirîye, nexweþî hene, k’îjan meriva dest þetrê çadirgehaye xiravda p’eydakirine. Mesele- dîabêta p’ir’anîaye þêkir, pirsgirêka wane fiþara xûnêye bilind hene”,- R’ostem Bek’oyan divêje- bi serdazêdekirina,  k’a ew meriv, pirsgirêkê k’îjanaye cidî hene, em bêjin h’ewcê e’melbûnêne, ij mecala qencbûnê me’rimbûyîne.         Ij meha sala 2014-aye t’ebaxê h’etanî îro çadirgehada  pirsa xwendina zar’a nehatîye safîkirinê. Ew bi çend sirîya dixevtin, lê pêr’a jî nagihînin, çimkî zar’ gelekin. Dersdar bi e’sasê r’ezedilvanîyê dixevtin, lê t’omerî p’ir’anîya zar’a xwendinê nastîne.   Qölixçîyê ij Ermenîstanê diveêje, wekî h’evtya berînê þeherê Sînûnêda, k’îjan  þimala Þengalêdaye, h’erçar qewatê Îraqêye ÿzdîaye sîasîyê- firqê “Pêþdaçûyîna ÿzdîya”, “Ÿzdîaye aza dêmokratîyê”, “Ÿzdîaye dêmokratîê”, “Herek’eta ÿzdîya-  boy wergöhastina û pêþdaçûyînê”, pey hevr’aneqayîlîya 5 salar’a bîrne’ma yekbûyî morkirine. Angorî wê- ev qewatê bi t’ifaqa t’omerî t’ev bijartinê Meqametê serwêrîkirina Îraqêye cîye bûyînêvin, k’îjanê mecalê bide t’evbûn ösûla serwêrîkirinêda heve, pêþtirî wê- merem heye ordîya ÿzdîaye t’omerî  darxin. R’ostem Bek’oyan dide k’ivþê, wekî saya vê t’ifaqê hilbet, mecala ÿzdîya wê heve þêwirxana Îrqaêda diha gele dêpûtatê wan hevin.        Dêpûtatê Civata Miletîyê divêje, wekî h’alê e’firîda lazmaya t’evbûna herdö h’ökömetê îcrakirinê- h’ökömeta Îraqêye merk’ezîyê û h’ökömeta Kördistana Îraqê heye. Bi gotina R’ostem Bek’oyan- h’erd jî nikarin pirsgirêka Þengalê safîkin, û her yek hindava xweda nêzîkdive, dest çi jî h’alê vê gavê e’firîye. Ê dêpûtat divêje, wekî herdö alî jî gere gavê isa bikin,wekî ÿzdî bikarvin veger’ne Þengalê- li e’mirê xweyî e’silî.      Alîyê dinêda, bi gotna qiseçîyê me,  wergöhastinê lez çetin bivin. Seva wê bi gotina R’ostem Bek’oyan, hima ÿzdî xwexa gere çapikvin- çawa  bajar’vanê cêrgevan, isa jî þöxölvanê sîasîyê û civakî.         Dêpûtatê Civata Miletîyê dide k’ivþê, wekî gendî xwexa wê bicêr’bîne mecala bivîne, wekî qîz û xortê ÿzdîaye t’erka cî û warê xwe dayî bikarivn Ermenîstanêda xwendina bilind bistînin, lê isa jî ij welatê me alîk’arîya doxtirîyê bê þandinê li Þengalê û çadirgehê ÿzdîya.

Дьhа зедә бьдьнә к҆ьвше
Back to top button