
Mesûd Pêzêşkîyan, serokomarê nû hilbijartî yê Komara Îslamî ya Îranê, li gotara bi sernavê “Peyama min bo cîhana nû” tekez kir ku Têhran dê giringiyê bide bihêzkirina peywendiyên digel cîranên xwe.
Peyama serokomarê nû hilbijartî yê Îranê di rojnameya Tehran Times de hat weşandin.
Serok Pêzêşkîyan di gotara xwe de diyar kir ku Îran alîgirê avakirina herêmeke bihêz e, ne ku welatek ji bo serdestî û serweriya li ser welatên din hewl bide.
Wî bawerîya xwe anî ziman ku divê dewletên cîran û bira çavkaniyên xwe yên giranbuha ji bo pêşbirka wêranker, pêşbirka çekan û sekinîna bêaqil li hember hev winda nekin. Pezeşkiyan bal kişand ser wê yekê ku, li şûna wê, Îran dê hewl bide ku şert û mercên ku tê de çavkanî ji bo geşepêdan û pêşkeftina navçê ji bo berjewendiya hemûyan bên arastekirin.
Pêzêşkîyan di nivîsa xwe de wiha got: “Rûsya hevalbendeke stratejîk û cîranê Îranê ye û rêveberiya min dê li ser berfirehkirin û xurtkirina hevkariyên me bidome.”
Serokomarê nû hilbijartî yê Îranê li ser navçê bal kişand ser vê yekê ku navçe ji mêj ve tûşî şer, nakokiyên olî, terorîzm, tundrewî, bazirganiya madeyên hişber, kêmbûna avê, qeyrana penaberan, têkçûna jîngehê û destwerdanên derve bûye.







