Ger’a h’izretî Pêtrosda, bona qedrê ark’êpîskopos Îgnatîos Maloyanî, döa’yê bi zimanê ermenî sewtbûye

Vatîkanêda, ger’a h’izretî Pêtrosda, r’izma sinifewlîyakirina ark’êpîskopos Îgnatîos Maloyan û isa jî þeþ h’izretîya qewimîye, serk’arî k’îjanê kirîye Lêvon Papê 14-a. Wexta r’zmê N. P’aþînyanê serekwezîrê CE hazirbûye. Wexta r’izmê Lêvon papê 14-a r’êberê t’evbûyê r’izmê, hejmara k’îjanadabûn N. P’aþînyanê serekwezîrê CE, Sêrcîo Matarêllayê sedrê Îtalîayê û mêvanê dine derecebilind, silavkirine. Wexta r’izma ewleîyasinifkirinê bona hörmeta ark’êpîskopos Îgnatîos Maloyan isa jî döa’yê bi zimanê ermenî sewtbûye. H’izretîya wî gilî û döa’yê xwe t’ehwîlî t’emamîya hazira kirîye. Goveka kêrêda N. P’aþînyan bi we’dê kin Sêrcîo Matarêllayê sedrê Îtalîaêr’a hevsûbûye.






