Politics

Serokwezîr li Mûnxênê gavên ji bo avakirina aştiya herêmî û projeya “Xaçerêya Aştiyê” pêşkêş kirîe

Serokwezîr Nîkol Paşînyan di çarçoveya Konferansa Ewlehiyê ya Mûnxênê da beşdarî maseya taştê ya bi sernavê “Minalîterîzm û Veguherîna ji Hevbendiyên Cîhanî berbi Hevkariya Armanc” bû ku ji aliyê Enstîtuya Lêkolînên Siyaseta Sepandî ya Ermenîstanê û Weqfa Lêkolînê ya Çavdêrê ve hat organîzekirin.

Di çalakiyê de guhertinên di hawîrdora ewlekarî de li cîhana nûjen, bandorkirina hevbendiyên mezin ên fermî, û rola hevkariyê di formên piçûk de hate nîqaş kirin. Bi rengekî girtî berdewam kir.

Serokwezîr Paşînyan di axavtina xwe de polîtîkaya domdar a Ermenîstanê ya ji bo xurtkirina polîtîkaya derve ya hevsengî û ji nû ve hevsengkirinê pêşkêş kir. Serokwezîr bal kişand ser wê yekê ku ji bo ewlekarî û geşepêdana domdar a Ermenistanê avakirina hevkariyên nerm, lê pêşbînîkirî û pêbawer girîngiyek taybetî heye.

Nîkol Paşînyan di axavtina xwe de destnîşan kir ku armanca siyaseta derve ya Ermenîstanê xurtkirina ewlekarî û geşepêdana aborî ya welêt bi hevkarîya avaker bi hevkarên navneteweyî re ye. Serokwezîrê Ermenistanê her wiha bal kişand ser girîngiyên sereke yên hukûmeta Ermenistanê: gavên ji bo avakirina aştiya herêmî û projeya “Xaçerêya Aştiyê”.

Дьhа зедә бьдьнә к҆ьвше
Back to top button