Politics

Ji bo ewlekariya xwe, gere em li ser xeta meşrûiyeta xwe bisekinin. Paşînyan

Ji bo ewlekariya me, divê em li ser xetên xwe yên rewatiyê bisekinin û xeta me ya rewabûnê sînorê me yê navneteweyî ye ku hatiye naskirin. Ev yek di vîdyoya ku li ser kanala Telegramê ya Serokwezîrê Ermenistanê Nîkol Paşînyan hatiye weşandin de tê gotin.

“Dema em dibêjin asayîş, pêşî em dibêjin artêş. Divê em di dawiyê de bibêjin artêş, ji ber ku dema artêş kete nava kar, ev tê wateya dawî, êdî her tişt qediya ye, kar jî ya artêşê ye.

Em dibêjin ku ji bo dabînkirina ewlehiya xwe, divê em li ser xetên rewatiya xwe bisekinin û xeta me ya rewatiyê sînorê me yê navneteweyî ye ku tê naskirin, da ku derfeta tu kesî tunebe ku êrîşa li dijî me rewa bike.”

Дьhа зедә бьдьнә к҆ьвше
Back to top button