Politics
Nîkol Paşînyan û Stêfano Tomat li ser mijarên têkildarî xebatên din ên mîsyona çavdêriyê ya YEyê axivîne
Serokwezîr Nîkol Paşînyan, Fermandarê Operasyonên Sivîl ê Servîsa Çalakiya Derve ya Yekîtiya Ewropayê Stêfano Tomatî qebûl kirîe.
Nîkol Paşînyan serdana birêz Tomat bo Ermenîstanê pêşwazî kir û bal kişand ser xebatên mîsyona sîvîl a YEyê ya li ser sînorê Ermenîstan û Azerbaycanê. Nîkol Paşînyan destnîşan kir ku operasyona bibandor a mîsyonê dibe alîkar ku li herêmê aştî û îstiqrarê bê misogerkirin.
Serokwezîr Paşînyan û Stêfano Tomat li ser encamên mîsyona çavdêriyê ya YEyê û mijarên têkildarî xebatên wê yên pêşerojê axivîn.
Herdu alîyan bal kişandin ser girîngiya berdewamiya geşepêdana hevkariyên pir beşî yên Ermenistan û YEyê.







