Ger Ermenîstan û Azerbaycan li gorî Danezana Almatayê yekparebûna axa hev nas nekin, qet aştî pêk nayê: Paşînyan
Hukûmeta Ermenîstanê her tiştî dike, ku rojeva aştiyê pêş bixe û bi Azerbaycanê re peymana aştiyê îmze bike. Serokwezîrê Ermenîstanê Nîkol Paşînyan di hevpeyvîna xwe ya bi rojnameya “La Repubblica” ya Îtalyayê re ev tişt got.
Li ser pirsa, ku niha muzakereyên aştiyê di kîjan qonaxê de ne, aştiya di navbera Ermenîstan û Azerbaycanê de çiqasî xuya ye, Serokwezîr wiha bersivand:
“Nirxandin pir dijwar e, ji ber ku ji destpêkê ve me pêşkeftinek baş çêkir ji ber ku me bi giranî bal kişand ser gotarên ku li dora wan dibe ku nakokî ne ewqas mezin bin. Lê çiqas bêtir gotar têne lihevkirin, gotarên herî dijwar di lîsteya yên nelihevkirî de dimînin. Lê ji aliyek din ve, helwest û nêzîkatiya hikûmeta me ewe, ku divê rojeva aşitiyê ber bi pêş ve biçe û em hewl didin her tiştî bikin daku bi rastî pêşkeftinê bi dest bixin, bi Azerbaycanê re peymana aştiyê îmze bikin. Û li vir, ne tenê pêvajoyên li dora maseya muzakereyê diqewimin, pêvajoyên, ku di raya giştî de diqewimin jî, girîng in.
Bi taybetî, me vê dawiyê li Brukselê bi Azerbaycanê re lihevkirinek çêkir, ku Ermenîstan û Azerbaycan yekparçeyiya axa hev nas bikin,u bi wê lihevkirinê peymana aştiyê îmze bikin. Ev yek li Pragê qewimî, dema ku me li hev kir, ku em behsa Danezana Almatyayê bikin, ku tê de hatibu gotin, ku komarên Sovyetê piştî hilweşîna Yekîtiya Sovyetê bûne dewletên serbixwe, ku sînorên îdarî yên komarên Yekîtiya Sovyetê yên wê demê hebûn. Piştî vê yekê, pêwîst bû, ku mezinahiya dewletên Ermenîstan û Azerbaycanê bi awayekî zelaltir were diyarkirin û me li Brukselê li hev kir, ku Ermenîstan yekîtiya axa 86.600 km çargoşe ya Azerbeycanê û Azerbaycan jî yekparebûna axa 29.800 km çargoşe ya Ermenîstanê, nas bikin. Û di vî warî de, girîng e, ku heta niha ji aliyê rêveberiya payebilind a Azerbaycanê ve ji raya giştî re erêkirina vê peymanê çênebûye. Yanî, ragihandina peymana aştiyê jî di çarçoveya pêvajoya giştî de gelekî girîng e.”
Li ser pirsa, gelo tesmîlkirina Qerebaxê ji Azerbaycanê re berdêla aştiyê ye yan na, Nîkol Paşînyan got, ku rewşa Qerebaxê her tim di bin kontrola rayedarên Qerebaxê de ye, bi kêmanî ji sala 2018an vir ve wisa ye. “Îro jî, rewşa Qerebaxê ji aliyê nûnerên hilbijartî yên Qerebaxê ve tê kontrolkirin û hêzên aştiyê yên Rûsyayê jî li wir in. Tiştek bi tevahî cûda ye, ku heke Ermenîstan û Azerbeycan li ser bingeha Danezana Almatayê yekparebûna axa hevdu nas nekin, ev tê wê wateyê, ku wê ti carî aştî pêk neyê:” Serokwezîr Paşînyan tekez kir.
Paşînyan eşkere kir, ku helwesta hikûmeta Ermenîstanê zelal e û got: Divê maf û ewlekariya Ermeniyên Qerebaxê bê misogerkirin û garantî hebe.