Politics

Parêzvanê mafên mirovanbang li aktorên navneteweyî kir ku ji bo vekirina Korîdora Laçînê tedbîran bigirin

Rapora hevpar a awarte ya parêzvanên mafên mirovan ên Ermenîstan û Artsaxê “Li ser encamên mirovahî yên Azerbaycanê ku riya yekane ya ku Artsax bi Ermenîstan û cîhanê ve girêdide, girtî” di 15 Kanûn Pêşina îsal de hate weşandin, her wiha agahîyên bingehîn li ser binpêkirina mafên komen cuda, hate pêşkêşkirin du dehan rêxistinên navneteweyî re, yên xwedî erka parastina mafên mirovanin û aktorên din ên, ku di çareserkirina pevçûnê de cih digirin.

Di nav tiştên din de, ji raportorên taybet ên Neteweyên Yekbûyî re binpêkirinên mezin ên mafên mirovan ên ji bo jiyan, lênihêrîna tenduristî û xwarinê hatin pêşkêşkirin û bang hat kirin, ku hemû tedbîr, ji bo jinûve vekirina Korîdora Laçînê û rawestandina krîza mirovî ya li Artsaxê ku her diçe kûrtir dibe, bigirin.

Hêjayî gotinê ye ku pirsgirêkên girûpên herî mexdûr, binpêkirina berdewam a mafên kal, zarok û kesên kêmendam, bi taybetî, aktorên navneteweyî re hatine gotin.

Дьhа зедә бьдьнә к҆ьвше
Back to top button