Politics

Alên Sîmonyan rast bû, Lavrov xelet bû. Serokê Meclîsa Neteweyî

Serokê Meclisa Neteweyî Alên Sîmonyan di brîfînga ligel rojnamevanan de, bal kişand ser daxuyaniyên dawî yên Wezîrê Derve yê Rûsyayê Sêrgêy Lavrov. Alên Sîmonyan gotîe ku gotinê Lavrov rast dernakeve waxtê gotîe  ku li Pragaê Ermenistan berê xwe daye Artsaxê û Artsaxê hiştîe  Azerbaycanê ra.

Li gorî Sîmonyan. “Di heman daxuyaniyê de wî versiyonek jî got, ku min carekê wek versiyona rûsî pêşkêş kirîe,  yan jî dikarin bêjin vêrsîona Lavrov. Careke din îspat kir ku versiyona rûsî heye û berevajî gotina xwe, piştî vîdyoya min a navdar a ligel rojnamevanên rûsî, îspat kir ku Alên Simonyan rast bû, Lavrov xelet bû.” 

Derbarê daxuyaniya Pragê de jî Sîmonyan got ku di daxuyaniyê de gotinên Lavrov tineye. “Di bin tu şert û mercan de Artsaxê li protsêse naê derxistinê, formatek plankirî heye ku tê de divê Artsax  û Azerbeycanê bi hev ra gere biaxivin. Vebijêrkek hebû ku, bi rastî, Artsax ji potsêsê derve dima, lê Ermenistanê ew gotûbêj red kirin û neket nav wan gotûbêjan.

Дьhа зедә бьдьнә к҆ьвше
Back to top button