Politics

Şefên ermenî di Şampiyoniya xwarinçêkirinê ya Cîhanê ya Expogast de gelek xelat bi dest xistin

Sekreterê 2a yê Balyozxaneya Komara Ermenîstanê
ya li Hollandayê Davît Mîrzaxanyan beşdarî merasima xelatkirina Kûpaya Cîhanî ya Culinary Expogast l V&B bû ku di navbera 26-30 Çiriya Paşinê de li Luksemburgê hat derbaskirin û tîmek ji 12 şefên ermenî jî tê de beşdar bûn.

Expogast, ku îsal 50 saliya xwe pîroz kir, şefên navneteweyî yên bi prestîj ji derdora 70 welatên cîhanê di bin banekî de kom kir.

Di turnuvayê de şefên ermenî yên ku di kategoriya “Hunera Pastiyê” de derketin ser dikê 1 madalên zêr, 5 zîv, 3 madalên tûnc û 3 bawernameyên rûmetê standin.

Di çarçoveya şampiyoniyê de, tîma Ermenîstanê bi Worldchefs — World Association of Chefs Societies re peymanek hevkariyê îmze kir, ku navê Ermenistanê wê bi fermî cihê xwe li ser nexşeya cîhana xwarinçêkirinê bistîne.

Дьhа зедә бьдьнә к҆ьвше
Back to top button