Politics

Qebareya bazirganiya navbera Komara Ermenîstanê û Federasyona Rûsyayê di nîvê ewil de nêzî 2 milyar dolar bû

Qebareya bazirganiya navbera Ermenîstan û Rûsyayê di nîvê ewil a sala 2022an da nêzî 2 milyar dolar bû. Ev rêje li gorî heman heyama sala 2021’an 50% zêde bûye. Nûnera bazirganiyê ya Federasyona Rûsyayê li Ermenîstanê Anna Donçenko di civîna çapemeniyê de behsa vê yekê kir.

“Hejmarên ku min pêşkêşî kir pir diyar in. Hejmar her ku diçe mezin dibin, em hêvî dikin ku di dawiya salê de bêtir nîşanên erênî hebin. Di her warî de îmkan û şertên me yên pêşkeftinê yên pir baş hene. Mînak li Ermenîstanê sektora avahîsaziyê bi lez û bez pêş dikeve, em vê yekê tomar dikin û karsaziya xwe agahdar dikin. Di nava salê de li Ermenîstanê 4 pêşangeh tenê di warê avahîsaziyê de tên derbaskirin, ku ev yek ji bo avakirina têkiliyên karsaziyê pir girîng e:” got Anna Donçenko

Rêvebirê Hevkariya Navneteweyî ya “Zarubezh Expo” Anatolî Nîkolaev tekez kir ku 2 milyar dolar di nîvê yekem a salê de nîşanek bilinde û bal kişand ser pêkanîna çalak a potansiyela hevkariyê di warên cûda de.

Дьhа зедә бьдьнә к҆ьвше
Back to top button