Politics

Nîkol Paşînyan û Nênsî Pêlosî çend mijarên têkildarî rojeva Ermenî-Amerîkî û pêvajoyên li herêmê diqewimin gotûbêj kirin

Serokwezîr Nîkol Paşînyan pêşwaziya heyeta bi serokatiya Seroka Meclisa Nûneran a Kongreya Amerîkayê Nênsî Pêlosî di hikûmetê de kir.

Serokwezîr Paşînyan di axaftina xwe ya bixêrhatinê de bi taybetî got:

Xanima Serok, hevkarên hêja, bihêlin ez bi germî pêşwaziya we li welatê me, hikûmeta me bikim. Bi rastî ev serdanek nedîtî ye ji Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê bo Ermenîstanê, û em vê yekê teqdîr dikin. Ez dixwazim spasiyên xwe pêşkêşî we, birêz Seroka Parlamentê bikim, ji bo hewldan û tevkariya we ya şexsî ya ji bo naskirina Qirkirina Ermeniyan ji aliyê Amerîkayê ve û herwiha ji bo hewldanên heyeta we.

Bi rastî jî pir tê qîmetkirin û bi tenê vê rastiyê bihesibînin, hemû ermenî we wek dostekî pêbawer ê Ermenîstanê dihesibînin. Lê ez dixwazim gotinên spasdariyê bidomînim, ji ber ku ez spasiya piştgiriya Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê ya ji bo demokrasiya Ermeniyan jî dikim, ji ber ku ew ji bo me jî pir girîng e.

Em îradeya hikûmeta Amerîkayê ya ji bo piştgirîkirina rojeva demokratîk a welatê me dibînin. Dixwazim pabendbûna xwe bi rojeva reformên demokratîk ragihînim, tevî ku wek hûn jî dibînin, ew rêyek ne hêsan e.

Rastiyek din a ku ez dixwazim behs bikim. Em helwesta eşkere ya DYA’yê ya di derbarê êrîşa Azerbeycanê ya li dijî Ermenîstanê de teqdîr dikin. Bê guman, gotinên zelal ên hukûmeta Dewletên Yekbûyî têne nirxandin, ji ber ku ji bo me ev pir girîng e.

Hûn dizanin ku Encûmena Asayişa Navdewletî rewşa niha gotûbêj kiriye û em hêvîdar in û helwesta me jî ev e, ku ev rewş di rojeva Encûmena Asayişa Navdewletî de bimîne û di vî warî de, helbet em pişta xwe bi alîkarîya Amerîka ve girêdidin.

Birêz Seroka Parlemantê, bihêlin ez careke din bixêrhatina we û şanda we bikim. Ez bawer im ku îro emê karibin danûstandinên bi bandor bimeşînin.

Ez ji ber vê derfetê pir kêfxweş im.”

Nênsî Pêlosî jî got: “Gelekî spas birêz Serokwezîr, ji bo gotinên germ ên pêşwazîkirin û pêzanînên we yên ji bo keda mezin a hevkarên min ên di vê şandê de hatine kirin. Piştgiriya ji bo demokrasiya Ermenîstanê, biryara naskirina Qirkirina Ermenîyan, di mijara Qerebaxê de dijberiya Tirkiyeyê û di hemû aliyên din de em dostê Ermenîstanê ne. Em li vir rêz ji hikûmeta we re digirin.

Sala borî hilbijartinên azad û dadperwer hatin nirxandin û di şert û mercên şer û rewşên din de serkeftina we ya hêja hebû. Û mesele ev e, dema ku em bi gelemperî seredana welatekî dikin, ew ji bo rêzgirtin, guhdarîkirin û hînbûnê ye, lê ez bi rastî dikarim bibêjim ku ev şandeya Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê hatye Ermenistanê xwe re evîna gelê Amerîkî, hurmet hukûmeta we re û hezkirina ji gelê Ermenistanê re anî.

Spas ji bo mêvandariya we.”

Paşê alîyen li ser gelek mijarên girêdayî hevkariya Ermenî-Amerîkî, li ser zêdekirina pêşxistina hevkariyê di warên cuda de gotûbêj kirin.

Nîkol Paşînyan û Nênsî Pêlosî êrişên Azerbaycanê li ser axa Ermenîstanê û vekişîna yekîneyên Azerbaycanê ji axa Ermenîstanê gotûbêj kirin. Mijarên têkildarî îmkanên vekirina binesaziyên veguhestinê yên li herêmê, çareseriya pirsgirêka Qerebaxê hatin gotûbêjkirin.

Дьhа зедә бьдьнә к҆ьвше
Back to top button