World

Înîsiyatîfa Nadia û Enstîtuya Qanûna ya Mafên Mirovan ya Georgetownê Hevkariya Nû Dest pê dikin

Enstîtuya Qanûna Mafên Mirovan ya Georgetownê û Înîsiyatîfa Nadîa hevkariyek ji bo pêşxistin û pêşvebirina stratejiyên nûjen ragihandin, da ku Dewleta Îslamî (DAIŞ) ji sûcên dijî Êzidiyan berpirsiyar bigire. Her du rêxistin wê hev re bixebitin, da ku mafên êzîdiyên mexdûrên qirkirin û şîdeta zayendî pêş bixin.

Sala akademîk a 2022-2023 de, xwendekarên pratîka nû ya Mafên Mirovan a Georgetown-ê wê piştgiriyê bidin mîsyona NI (Insiyatîfa Nadiya). Xwendekarên dadrêsê wê xwedî derfet bin, ku lêkolînên qanûnî û rastîn bikin, çareseriyên siyasetê pêşve bibin, û stratejiyên parêzvaniyê bi bandorek rastîn pêşve bibin û bicîh bînin.

Her du rêxistin wê hev re kar bikin, ji bo bihêzkirina mekanîzmayên yasayî, ji bo dadgehkirina tawanbar û hevkarên DAIŞê û destnîşankirina rêyên tevlêbûna saziyên neteweyî û navneteweyî.

Nadia’s Initiative dinvîse

Дьhа зедә бьдьнә к҆ьвше
Back to top button