Politics

“Ev fîlm li hemberî berevajîkirina dîroka Ermenîstanê dijwariyek e”: Promiyera belgefîlma “Şûşî: AMEN” wê li Êrîvanê pêk were

Promiyera fîlma derhêner Mariyam Egoryan a bi navê “Şûşî: AMEN” di 30’ê Gulanê de li salona mezin a Mala Sînemayê pêk bê. Belgefîlma Şûşî di rêzefîlma derhêner Ruben Grigoryan a bi navê “Dîroka Rojhilatê Ermenîstanê: Artsax” de şeşemîn fîlm e ku piştî mirina mamoste ji aliyê derhêner Mariyam Egoryan ve hat temamkirin.

“Fîlmê me li hemberî berevajîkirina dîroka Ermenîstanê dijwariyek e. Fîlm, rastiyên ku nayên înkarkirin, ku ji dîrokê ji me re hatine zanîn, pêşkêş dike, ya ku divê di bonya cîhane dîsa û dîsa were gotin.


Divê em newestin û bêhêvî nebin, berevajî vê, divê em dîrok, çand, mîmariya xwe, bingeha parastina nasnameya Ermeniyan – nirxên manewî nîşanî cîhanê bidin,” derhêner Mariam Egoryan dibêje.

Promiyera fîlm di saet 19:00’an de ye, têketin bepere.

Дьhа зедә бьдьнә к҆ьвше
Back to top button