Politics

Almanya 116 milyon û 400 hezar euro alîkarî bide Ermenistanê

Alîkarê Wezîrê Aboriyê Rafaêl Gêvorgyan pêşnûmeya erêkirina peymanê ” Li ser Hevkariya Darayî 2020 di navbera Hikûmeta Komara Ermenîstanê û Hikûmeta Komara Federal a Almanyayê de” li Meclisa Neteweyî pêşkêş kir. Li gorî nûçeya “Armenpress”ê, Gêvorgyan da zanîn, ku 116 milyon û 400 hezar euro alîkariya aborî Komara Ermenistanê re vê were dayîn.

“Ev alîkarî ji du beşên sereke pêk tê. 70 milyon euro ji bo geşepêdana kargehên piçûk û navîn, 40 milyon jî ji bo krediyên geşepêdanê yên di warê enerjiya dikare bê nûkirin de bê veqetandin. Mekanîzmaya ku dê ev alîkarî were kirin, pergala bankayê ya welêt e. Fondeke Ermenî-Almanî heye, bi rêya wê pere dê li ser sîstema banka Ermenîstanê were belavkirin” : got Gêvorgyan

Дьhа зедә бьдьнә к҆ьвше
Back to top button