
Rêveberiya Karûbar û Parastina Gorên Komî bi daxuyaniyekê 57 termên şehîdên Êzidî yên ji gorên komî yên li bajarê Hardan (Şengal) hatin derxistin.
Rêveberiya Karûbar û Parastina Gorên Komî ragihand ku nûnerên koma teknîkî ya pispor di lêkolîn û kolandina gorên komî yên Êzidiyan de xebatên xwe bi dawî kirine.
Çavkaniya han eşkere kir ku tevahiya termên ku hatine dîtin bo dezgeha pijîşkiya dadwerî hatine veguheztin ji bo encamdan û temam kirina tevahiya testên laboratuarî ji bo nas kirina qurbaniyan û paşî vegerandina termên wan bo malbatên wan. Bi giştî hejmara ku ji cihê gorê hatiye derxistin 57 bû