Politics

Alîkarê Serokwezîr Matêvosyan bi Balyozê Fransayê re li ser mijarên pirsgirêkên têkildarî kişandina veberhênanên fransî axivî

Duh Alîkarê Serokwezîr Hambardzum Matêvosyan pêşwaziya Balyoza Awarte û Desthilatdar a Fransayê li Ermenîstanê Ann Luyo kir.

Alîkarê Serokwezîr silav da Balyozê kir u 30 saliya damezrandina peywendiyên dîplomatîk li gelên Ermenî û Fransî pîroz kir, spasiya Serokomarê Fransayê Êmanuêl Macron kir ji bo beşdariya kesane bi vegerandina 8 dîlên ermenî yên li Azerbaycanê hatine girtin.

Usa jî spasiya xwa da ji bo alîqarê di dema şer û piştî şer de ji Ermenîstanê re hat dayîn. Hambardzum Matêvosyan bal kişand ser rola Fransa ya di çareseriya pirsgirêka statûya Qerebaxê ya di bin erka Hevserokatiya Koma Mînskê ya OSCE de.

Di hevdîtinê de her du aliyan behsa rêkarên hevkariyên di warê aborî de kirin.

Balyoz Ann Luyo ji bo pêşwaziyê spasiya Alîkarê Serokwezîr kir.

Di hevdîtinê de li ser gelek mijarên ku ji bo berjewendiyê hevdune hatin gotûbêjkirin.

Дьhа зедә бьдьнә к҆ьвше
Back to top button