Politics

Bi xeverdana “derheqa sivdera Mêg’rîêda”-T’irkîa û Adrbêcan pey meremeê dûrk’etinê dik’evin: R’. K’oçaryan

T’ifaqa “Ermenîstîan” t’erefdara neh’îêda vekirina p’evgirêdanaye, lê miqabilî fe’mberîya “sivdera Mêg’rîyê”-ye. Derheqa vê yekêda R’obêrt K’oçaryanê sedrê Ermenîstanêyî döda wexta r’asthatina Agasrakêda got.

​“Ez dixwezim, wekî t’emam r’ast serwextvin. Em t’erefdarê vekirina p’evgirêdanêne. Û  wê normal nînbûya miqabilî vekirina r’ê-diribavin. Lê xevera sivder min h’eyecandike. Çimkî ez zanim, k’a Adrbêcanê û T’irkîaêda bi xevera sivder çi fe’mdikin. Û h’erke derheqa sivderêda her t’enê t’opraxa Ermenîstanêva xeverdidin, ne kö sivder bona giþta, ew ew e’þiratîye, çaxê gere bisekinin û bipirsin, k’a fikra wan derheqa çidaye. Bi serwextbûna wan- ewê h’esavve sînorkirina serbestîya Ermenîstanê t’opraxa sivderêda û erêkirina heqê wan ser sivderê. Ew ya necayîze. A lema em divêjin- erê, t’emamîya r’ê-dirba gere vevin, û bona k’ara giþta. Dinîya h’emzemanîda sînorkirin tiþtê baþ nînin. Lê ne zêde. Çimkî ya zêde problêmatîke. Meremê Adrbêcanê û T’irkîaêye dûrçûyînê hene: e’wil sivder, paþê- diha zêde,  paþê jî- diha zêde, û axirîyê seva binelîyê neh’îyê pirsgirêka bêqezîabûnêye herecidî wê bie’fire”,- R’orbêrt K’oçaryan got​

Дьhа зедә бьдьнә к҆ьвше
Back to top button