Politics

Ij t’opraxê ÿlê qezayêye fermandarîyê tiþtek dest Adrbêcanêva nehatîye berdanê: marzpêtê Gêg’ark’ûnîk’êda

Pey Syûnîk’êda tûjbûna h’alr’a salix belabûn, wekî adrbêcanî isa jî ser sînorê Gêg’ark’ûnîk’ê aktîvbûne. T’êmayêva girêdayî Spûtnîk Armênîyayê t’ev Gnêl Sanosyanê marzpêtê Gêg’ark’ûnîk’ê qisekirîye.

Pey 9-ê meha çirîa paþinr’a, çaxê t’ev Adrbêcanê sînorê meyî t’eze hebû, t’ö p’areke r’ex merza Gêg’ark’ûnîkê’ t’ine, li k’ö ij t’opraxê ÿlê meye fermandarîyê dest

Adrbêcanêva hatîye berdanê. Nav qisa t’ev Spûtnîk Armênîayê derheqa vê yekêda Gnêl Sanosyanê marzpêt da bawerkirinê.

Nenihêr’î wê derecê- hine p’ar hene, li k’ö, bi gotna marzpêt, lavzmaya döristkirina heye. Ewî göman e’lamkir, wekî encomanê pêþr’ojêda e’frandinê, k’îjanê bi pirsê dêmarkasîyayê mijûlvin, ew pirsgirêkê serr’astvin.

Marzpêt dide k’ivþê, wekî binelîyê göndê r’exsînor meh’kem ser xwelîya xwe sekinîne, k’arê xwe k’oçkirinê nakin û hazirin t’opraxê ij sînorê xwe höndör’ bidine xevatê.

Bi gotna wî- r’aste hindava adrbêcanîyada ser sînorê merzê van xilazîya delîvê h’eywandizînê nebûne, lêbelê, qewatê ermenîye sîlih’bûyî gere h’emû tiþtî bikin, wekî binelî xwe bêqezîya t’ezmînkin.

Bi salixê h’alnivîsarê- merza Gêg’ark’ûnîkê’ bi hejmara xevatçîyê derçûyînê cîyê pêþindaye, lê marzpêt da pêh’esandinê, wekî gelek paþda tên û p’ir’anîya qazincê tînne li wet’en û destbi þênkirina ÿla kirine, k’îjan bi h’esavê çawa malhebûnîyê, isa jî dêmografîyê bêh’ed ferze.

Дьhа зедә бьдьнә к҆ьвше
Back to top button