Politics

Sedrê Ermenîstanêye döda û sisya pêþdanîna Lêvon Têr-Pêtrosyan nanakirîye

R’obêrt K’oçaryan û Sêrj Sargsyanê sedrê CE-êye döda û sisya pêþdanîna Lêvon Têr-Pêtrosyane derheqa h’ersê sedrê berê t’evayî her’ne li bijartinê sirêder, nanakirîye.

“Me cûr’eçapeke t’evbûna li bijartinaye din idî bijartîye”,- ij dîwana K’oçaryan e’lamkirine. Dîwana Sêrj Sargsyan jî anîye bîra Têr-Pêtrosyan, wekî wana t’ev firqa “Wet’en” t’ifaq t’eþkîlkirîye.

Lêvon Têr-Pêtrosyanê sedrê CE-êyî pêþin diha zû ew têk’sta e’lametîyê belakiribû, k’îjan pêþdanîn li sedrê Ermenîstanê û Cimhöryeta Arsaxêye berê hatbû kirinê wexta r’asthatina 25-ê meha adarê qewimî qolkin.

Lêvon Têr-Pêtirosyan pêþdanîn li R’obêrt K’oçaryan û Sêrj Sargsyan kiribû bêy h’esavhildana dötîretîya û miqabilîhevbûnê tûj- bivne yek û bi cedvela bi navê “T’ifaqa hevr’aqayîlîêye miletîyê” t’ev bijartinê þêwirxanêyxe zûtirekêvin.

Têr-Pêtrosyan isa jî dabû k’ivþê, wekî dora pêþdanînê e’ne’nekirin neqewimîbû, çimkî R’obêrt K’oçaryan ew hangava nanakiribû, lê Sêrj Sargsyan t’ö fikirek e’lamnekiribû.

“Îro ez cime’tî pêþdanîna xwe seva sedrê CE-êye döda û sisya diwek’ilînim. Ez bawerim, wekî delîva fiþara civakîye angorda ew berne’ma carekêva mîaserbûnêye, k’îjan hilbet derê h’evskirina ij qeda-belayê t’ezeyî t’enêye”,- Têr-Pêtrosyan nivîsîbû.

Дьhа зедә бьдьнә к҆ьвше
Back to top button