Society

K’omqedera p’êwenda «Spûtnîk V»-ye pêþin hatîye þandinê li Arsaxê

Bako Sahakyanê sedrê Cimhöryeta Arsaxêyî berê k’omek daye aksîya merivdostîyê. Isa jî dilqê R’orbêrt K’oçaryan û Arkadî G’ûkasyanî mezin hebûye.

Bi fir’îna «Aêroflotêye» sivêzû ij Moskvayê 7500 çapp’arê p’êwenda ûr’isîye «Spûtnîk V» döbare hatne þandinê li R’ewanê, k’îjan seva binelîyê QÇ’ têr’adîtîne. Pêþdestîya vê aksîa merivdostîyê h’ökömeta Ûr’isêtê kirîye- bi pêþdestî û alîk’arîya «Sera Lazaryan»-e ermenî-ûr’isaye ort’emiletîyêye fînansîyê.

«Meha îsaline k’anûna paþin Dûma dîwanî t’erefdar li pêþdanîna min e’rza h’ökömeta T’Û-êva hinartî deng da, bi k’îjanê pêþdanîn dihate kirinê pirsa p’êwendkirinêda alî binelîyê “niqitkê sincirîye” bajar’vanîyê bikin, wa gotî, “dewletê nasnekirîda”*-R’exdinêstrêda, CDC-êda, CLC-êda û Qerebag’a Ç’îyada. Çawa wî çaxî Vyaçêslav Volodînê sedrê Dûma dîwanî binxetkir, gilî derheqa wandaye, wekî pêþtirî Ûr’isêtê k’es alî wan nake”,- Konstantîn Zatûlînê ösûlvanê sera “Lazarîyê”, dêpûtatê Dûma dîwanî gotîye.

Xevata t’eþkîlkirina aksîa merivdostîyê de’wa we’dê berç’e’v kirîye, çimkî r’ewaca «Spûtnîk V» mezine, lêbelê pirsa p’êwendkirina binelîyê arizî safîbûye.

K’omqederê p’êwenda ûr’isî idî gihîþtine isa jî R’exdinêstirê û Cimhöryeta Donbasê.

P’êwenda anîne li R’ewanê bi r’iya k’ese wê bê þandinê li Stêp’nakêrtê- doxtirê ûr’isar’a, ê kö qölixçîyê p’ar’skerê e’dlayîxweykirinêye ûr’is idî p’êwendkirine.

Dmîtrî Kozakê dewsgirtîyê serk’arê îdara sedrê Ûr’isêtê, Tatyana Gûlîkova dewsgirtîîya serekwezîrê Ûr’isêtê, Samvêl Karapêtyan, Sargêy Hambarzûmyan, Kamo Avagûmyanê k’arbidest, lê isa jî Bako Sahakyanê sedrê Cimhöryeta Arsaxêyî berê þöxölê mîaserkirina aksîaêda k’omek dane.

Bi wî meremî e’mirkirê xerckirina cema isa jî R’obêrt K’oçaryan û Arkadî G’ûkasyanê sedrê Arsaxêye berê pêþda hatine. Em bînne bîr- k’omqedera «Spûtnîk V»-ye ij 15 h’ezar k’omqederaye pêþin 4-ê meha nîsanê anîhatine li Ermenîstanê. T’ercmeçî- H’esenê Me’mûd (T’emoyan)

Дьhа зедә бьдьнә к҆ьвше
Back to top button