Politics

Hindava sedrê WAY-da naskirina K’omköjîyê çi dikare bide?

Nav ne’ma Co Baydênê sedrê WAY-va hinartîda, ê kö K’omköjîya ermenîya naskirîye, N. P’aþînyanê serekwezîrê Ermenîstanê daye k’ivþê, wekî ew piþtgirtina giranbihaye li ewledê cangorîyê K’omköjîya ermenîya. Ewî daye kivþê, wekî naskirin isa jî “pirsa bêqezîabûnêye, xazma bin îþqa qewmandinê par neh’îya meda bûyî”. Hindava sedrê WAY-da naskirina K’omköjîyê çi dikare bide ewledê cangorîyê wê û ij goþê bêqezîabûûnê, çapwa P’aþînyan divêje. Bi dayîna cava pirsê- gelo k’atvê T’MY-î sereke k’arê xwe dike K’omköjîya ermenîmya naske, Dyûjarîkê wek’îlê T’MY-î r’esmî gotîye, wekî k’omköjî h’erke berî e’frandina T’MY qewimîne, derge-dîwanada têne naskirinê. Yanî- mecal vedve bi pirsa naskirina

Derheqa vê yekêda, wekî pêvajoyê meh’kema wê destpêvin, Hakob Têr-Xaçatûryanê wek’îlê Byûroya DEÎ gotîye. H’etanî niha seva heqê arizîtîyê pêvajoyê meh’kemê WAY-da demekê li nasnekirina k’omköjîyê diqelibîn. Niha meh’keme borcdarin k’omköjîyê qebûlkin, çawa îzbatîya bûyî, û ew dikare te’vîya pirsê meh’kemê pêþda bîne. Saxî, derheqa ne kö t’enê heqê arizîtîyêda, lê isa jî, îht’îmale, dasekinandina ziyanê û r’êparasîayêda.

Дьhа зедә бьдьнә к҆ьвше
Back to top button