Society

K’îm K’ardaþyan bûye xweymîlîard û cedvela merivê dinîaêye heredewletîda hatîye wergirtinê

K’îm K’ardaþyan dinîaêda steyrka xweymîlîarde dödaye pey K’anyê Wêst’ê mêrê xweyî berêr’a.

K’îm K’ardaþyana steyrka Amêrîkaêye ermenîye dûrdîtinokê cara pêþin cedvela merivê dinîaêye heredewletîye bi þaxê “Forbês”-êda hatîye wergirtinê. Bi h’esavê kovarê- niha hebûka wê mîlîardek dolar tê qîmetkirinê.

Par K’îmê serîbinî 780 mîlîon dolar qazinckirîye. R’ûmetnîþêda wêr’a levhatîye qeleçê xwe saya dö bîznêsê k’ardar- eþîanîþa “KKW bîût’î”-êye kosmêtîk û xeta kirasê “Skîmz”-ê bilindke. K’îm isa jî saya r’êalîtî-þoûyê, r’êklama û milk’ê neh’ejok cemê gir dixevte. Kasablankayêda sê milk’ê wêye neh’ejok û p’arbilêtê “Dîsnêyê”, “Amazonê” “Nêtflîk’sê” “Adîdasê” hene.

Niha K’îm cîyê cedvela merivê heredewletîyî 2755-adaye- bi hebûka mîlîardek dolara. K’anyê Wêst’ê mêrê wê cîyê 1750-daye, ew 800 mîlîon diha zêde cem xevitîye.

K’aylî Cênêra xûþka K’îm K’ardaþyanêye modêl û bîznêsmên, îsal r’ewþa xweye xweymîlîard indakirîye û r’ûmetnîþêda dîharnebûye.

K’îm K’ardaþyanê “KKW bîût’î” sala 2017-a darxistîye. Serîbinî nav salekê wê bîznêsê wêr’a weke 100 mîlîon dolar k’ar anîye. P’ara wê “Sk’îmz”-êda, bi salixê “Forbs”-ê, 225 mîlîon dolar tê qîmetkirinê.

K’îm K’ardaþyan 40 salîye. Sala 2007-a pey berdana r’êalît’î þoûya “Malbeta K’ardaþyana”-r’a naskirina h’emdinîayê stendîye.

Дьhа зедә бьдьнә к҆ьвше
Back to top button