Culture

Fîlma R’ûdawêye bi delîlaye: ”H’evtêkê ç’îayê Þengalêda”

Fîlma p’êla dûrdîtinoka k’ördaye “R”ûdawêye” bi delîla r’onkayê davêje ser çetinaya, wekî dö xevatçîyê wê t’ev ÿzdîyê p’enaber, ê kö r’evîne li ç’îayê Þengalê, wexta dak’ötana k’oma de’îþ-êye meha sala 2014-aye t’ebaxêye li Þengalê qelibîne.

Berek’et Î’ysayê rêportyorê R’ûdawêyî berê û Faris Mîþkoyê opêrator li ç’îayê Þengalê sit’arê ger’yane, çaxê ç’ekadarê DÎ dak’ötane li neh’îya ÿzdîya, bi h’ezara ÿzdîyê Îraqê köþtine û zêrandine, sûck’arîyê seranser kirine, k’îjan geleka çawa qr’ naskirîye. Fîlma bi delîlaye “H’evtêkê ç’îyêda” derheqa þer’k’arîya bona  zêndîmayînêda gilîdike.

Bi seda h’ezara ÿzdîya sit’ar li ç’îayê Þengalêyî nêzîk dîtin, li k’ö wana h’evtêkê zêdetir bê nan û av derbazkir.

Nav fîlma bi delîla xevatçîê R’ûdawê cêr’ibandinê lihevnehatî dinitirînin, çaxê xwestine k’omekê bigihînne p’enaberê ÿzdîaye li ç’îayê Þengalê.

“Min dît, k’a çawa t’îkfir’ hat û ij  bilindayê av jorda davît. Bit’ölgê avê dit’eqîyan, û me nikarbû em  ij wan k’arêk’evin. P’agêtek nav ç’e’vê pîrekê k’et, û ew cîda mir.

T’ev ÿzdîyê din Î’ysa û Mîþko karibûn sivdera bêqezîabûnêva, wekî hindava k’omê xwexweykirina cim’tîyêda hatbû vekirinê, ij ç’îyê dûrk’evin, bi þimal-r’ohlata Sûrîayê, wekî çawa Rojava e’yane, derbazîneh’îya K’ördistanêvin.

Дьhа зедә бьдьнә к҆ьвше
Back to top button