Society

Ê xilazîyê ij ÿzdîya

Hûn zanin, çaxê ez ij wanbûm, ê kö dikarbû þabûya, çaxê min dîna xwe dida mala xwe, çaxê xevatê dihatim, k’a çawa zar’ê min bi ç’e’vê gire bedew ij min p’ere hîvîdikirin. K’a çawa jinê ez berh’emêzdikirim, û em bi qencîyê nîvîdibûn, wekî wez westyayîme, h’etanî niha bîna gölava wê  tê bîra min. Niha ew t’emam bîranîna kör’, mêr, bave, ê kö hetanî xilazîyê þer’k’arî kir û da der. Vê qefesêda r’kûniþîme, bin hejmara 101, bi bîrkirina navê xwe, niha ez hejmara her t’enê 37-ame. Ÿzdîyê xilazîyê, ê kö nefesa xwe dik’þîne û k’îjanîr’a ze’f nemaye. Ez dîna xwe didime dîwarê vê qefesê û  wan qewmandina divînim. K’îjana em anîne vira…
We’dekî ÿzdî cime’ta gölvedayîbûn, ê kö þadibûn, hîndibûn, didebirîn, dir’eqisîn,… diçûne ziyaretê. Bi zimanê dê xeverdidin, bi wê yekê k’öbardibûn, k’a ew k’îbûn û  dikarin bivne k’î. Nefirkirin, wekî wî çaxî pirsgirêk yan peyk’etinê dijminê me t’inebûn. Her t’enê firqîk hebû, em t’evayîbûn, çawa kalkê bavê min h’izdikir bêje “K’omê ÿzdîya”. Wî çaxî ez serwextdibûm û  ez t’emamîya k’öbarîyê û h’eyecanbûna ij van xevera serwextdibûm, me’na qewatê van xeverada serwextdibûm. Me zanbû, wekî nenihêr’î, h’emû tiþtî, “emê tavkin”. Lê ez çawa þaþbûm…
Çaxê hûn vê yekê dixûnin, difikirin, wekî nikarbûn isa biçûyana, wekî çi dikarbû ew “Qewat” bat’mîþkira, lê qir’ û peyk’etina hindava dijminê cime’ta meda dikarbûn wê þabûnê, wî e’mrî  t’önekin. Zanin,  min þer’k’arî miqabilî dijmina nedikir, lê miqabilî We. Hûn ewin, ê kö jin û qîza min köþtin. Hûn ewin, ê kö bi te’n qerfê xwe zimanê minî dê dikirin. Hûn ewin, ê kö e’slê xwe bîrkirine. Þabûna pêþê me we bi þabûna dijmina bedelkir. We dengê dör’ûtîyê bihîst û we got em ne ÿzdîne. Hûn ij qefesa 101-ê wêda sekinîne. Hûn p’erda vik-valane, k’îjanar’a got, k’êrê hildin û mîrat’a dijminê mexin. Hûn ewin, r’ûyê k’îjanada min t’emaþekir, k’a e’mir ij ç’e’vê ÿla ÿzdîya çawa diçe. Hûn ewin, ê kö me’na xeverê “Ez ÿzdîme” bîrkirin. Hûn bûne ew- miqabilî k’îjana pêþê me þer’ kirine. Dijminê me bi destê we e’mirkirin wana biköjin, ê kö serbilind xwe navdikir Ÿzdî, wana  ij destê we serê xwe danî, we xwexa jî t’önekir, we, cime’ta ÿzdîya.
Ez her t’enê ÿzdîyê girtîyî bin hejmara 37-ame. Ê kö þer’k’arî kir û h’emû tiþt indakir. K’öbarî û qewata pêþê min pey min jî wê bimînin. Ew mîrat’a mine.
Mîrat’a ÿzdîyê xilazîyê…

Дьhа зедә бьдьнә к҆ьвше
Back to top button