Society

Ermenîstanêda h’alê sirêder bi mehekê jî wê bê dirêjkirinê

Tîgran Avînyan got, k’a þertê we’dedirêjkirina r’êjîma h’alê sirêdere Ermenîstanêdaye bi sirêda ç’e’vnêr’î çi göhastinane.

Tîgran Avînyanê dewsgirtîyê sereêkwezîrê CE, h’esas wexta qisa lez e’lamkir, wekî Ermenîstanêda r’êjîma h’alê sirêder bi mehekê jî wê bê dirêjkirinê.

Ewî isa jî salix e’lamkir, wekî cêrge astengê milahîmvin.

“Bi t’aybetî, pirsa bajar’vanê ecnebî, pirsa sînorkirinê deranîna eþîya, derbazkirina berevbûnê t’omerî, derbazkirina t’edbîrê civakî wê bêne lênihêr’andinê. Pirsê heqê bajar’vanê CE-êyî çûyîna li xevata derwelatva girêdayî wê bêne safîkirinê”,- Avînyan got.

Dewsgitîyê sereêwezîr e’lamkir, wekî evê bive we’dedirêjkirina h’alê sirêdere xilazîyê, qirara derheqa k’îjanêda 12-ê meha t’ebaxê wê bê derxistinê. Pey wê yekêr’a pirsa mîaserkirina göhastinaye qanûna h’alê sirêderva girêdayî wê t’emsîlî CM-êve.

Çi dimîne seva ösûla xwendinê, h’ökömet hila hê çend modêlê îht’îmal e’ne’nedike, lê dora vê pirsê qirara axirsongî hila hê t’ine.

Em bînne bîr- ij 16-ê meha adarê Ermenîstanêda h’alê sirêdere, k’îjan idî çend cara hatîye we’dedirêjkirinê. Þertê h’alê sirêderî we’dedirêjbûyî t’esmîlî çend göhastina bûne. Îzna gele þöxölvanîyê malhebûnîyê hatye dayînê, lê de’wê e’seyî hatne têr’adîtinê

18-ê meha adarêda Ermenîtstanêda isa jî transporta civakî dixevte, lê r’êwî û avtoajo gere e’seyî bi niqaba p’arastinê û lepikavin.

T’opraxa civakîye vekirîda girêdana niqabê jî e’seyîye. Zar’ê h’etanî 6 salî, ê çerxê dajon, ê  te’lîmê bedenî dikin û  nexweþîyê k’êye xronîk û t’êrênekirina dil hene (cem evê xilazîyê gere t’emesûka erêkirina delîla nexweþîya angor heve) dikarin niqabê girênedin.

13-ê meha tîrmehê h’ökömetê qirarkir we’dê r’êjîma h’alê sirêder h’etanî 12-ê meha t’ebaxê dirêjke.

Дьhа зедә бьдьнә к҆ьвше
Back to top button