Politics

Israîl gere hngava firotana sîlih’darîêye li Adrbêcanê r’awestîne: Zohrab Mnasakanyan

Derheqa vê yekêda Zohrab Mnasakanyanê wezîrê CE-î K’D nav dîdarê, k’îjan daye r’ojne’ma “Di Cêrûsalêm p’ost”-a isarîyî, gotîye. Bi gilîyê wî, sîlih’daryîa firotine Adrbêcanê seva hedefkirina binxeleqê bajar’vanîêye Ermenîstanêda tê xevtandinê.
Mnasakanyan daye k’ivþê, wekî nenihêr’î eleqetê Israîlê û Ermenîstanê van salê xilazîyê baþbûne, Israîlê firotana sîlih’darîya mirinê li Adrbêcanê domandîye, kîjan seva herdö welata pirsgirêka mezine.
“T’öcarîya sîlih’aye t’ev Adrbêcanê ya mirinêye, çimkî  Adrbêcan t’ö wexta wexta xevtandina wan sîlih’aye miqabilî binxeleqê bajar’vanîyê, binelîyê bajar’vanîyê dödilînave. Emê t’imê vê pirsê bilindkin, ewê platformê döalî û p’ir’alîda t’imê r’ojeva medave. Israîl gere bîznêsa mrinpêþdaanînêye t’ev Adrbêcanê r’awestîne”,- Mnasakanyan gotîye.

Дьhа зедә бьдьнә к҆ьвше
Back to top button