Society

T’ev paþdahatina ÿzdîaye li Þengalê hindava t’eþkîletê merivdostîyêda piþtgirtin didome

Bawerbike sê meha pêþda neh’îya T’êl-Banatê, k’îjan ij meha sala 2014-aye t’ebaxê xalîbû, mal qebûlkirin, pey cefadîtina bawerbike þeþ salar’a li çadirgehê kesê cîgöhastî.
Çendekî pêþda nav goveka alîk’arîya li paþdahatîya fonda Merivdostîyêye “mam” 125 zembîlê xörek neh’îêda p’arevekirin, û van herdö mehê xilazîyê wana 120 malê paþdahtî h’esavkirîye.
Bi salixê wezareta mîgrasîayê û kesê cîgöhastî, hejmara ê paþda veger’yane li neh’îya Þengalê û neh’îya T’êl-Azarê ij serê meha pare h’ezîranê gihîþtîye 5700 kesê ij çadrgehê neh’îêye cîgöhastî.
Nîþtîman Xelefa serk’ara k’oma “fonda merivdostîêye mam”-e li neh’îya Þengalê e’lamkir: “Nav xevata xweye pêþine li nehîya Þengalê û neh’îya T’êl-Azêrêye MAM-ê 500 zembîlê xörek zêdetir p’areveyî ser ê paþdahatî kir- ij neh’îyê jorgotî pey wê yekêr’a, çaxê me her neh’îêkêda merk’ezê cahilaye r’ezedilvanîyê r’azîkirin- eva neh’îêda xevata meye pêþine, û  em k’arê xwe dikin xevata diha zêde bikin. Xevata pêþin me r’ojê xilazîyê kir.
Xelefê binxetkir, wekî fond ser vekirina wek’îlxanêye li nehîya Þengalê dixevte- seva girtina piþta malê paþda vedger’in,  û t’vdîrê wê wê bivne gavê pêþin berva wê yekê, wekî alî paþdahatîyê t’eze bikin, wekî xörek, lazmayê doxtirîyê van r’ojê nêzîk p’arevekin, û fondê bidomîne alî wan bike.
Moh’emmed Al-Bêbavatîyê xevatçîyê wezareta cîgöhastinê û mîgrîasîaêyî salixdayînêp û p’evgirêdanê, þaxê Dihokê, nav e’lametîya mexsûse seva “Êzîdî24” erêkir, wekî e’melê bi paþdahatina kesê  ÿzdîyê cîgöhastîye  bi hejmara mezin, ê kö çadirgehê Mûxafaza Dihokêda dimînin, xilazbûne û bi h’esavê ort’e digihîjne ij 70 h’etanî 80 mala”.
Layîqe bidine k’ivþê, wekî 25-ê meha sala 2016-aye nîsanê þêwirxana Îraqê seva wê yekê deng da, wekî þeherê Þengalê, wekî ij Mûsilê berva r’oavayêe, h’esavkin þeherê belayê.
Angorî e’lametîyê r’esmî, 85%-ê obyêktê bajar’vanîyê û xizmetk’arîyê û mala zêdetir lap hatne xiravkirinê, lê avayê ÿzdîaye ayîna dîne proz 100%-î hatne xiravkirinê, a lema neh’îya Þengalê hatîye naskirinê goveka belayê.

Дьhа зедә бьдьнә к҆ьвше
Back to top button