Politics

Cêr’ibandina r’êvanþîzma Bek’ûyê wê bigihîne derdayînê t’opraxaye diha mezin

Adrbêcan, bi ber tiþtekî h’esavnekirina bangîna k’atvê T’MY-yî serekeye derheqa xweykirina agirr’awestinê navbera sûbyêktê miqabilda, heycar h’al ser sînor sertdike- bi cêr’ibandina t’erefê Ermenîstanêda vêktora pirsgirêkê xweye höndör’ û derekeye p’ir’hejmar t’erefê Ermenîstanêda bihinêre û göhdarîya cime’tê ij h’alê sosîal-malhebûnîêyî giranî höndör’ê welêtda e’firî mêlke. Her t’enê îcar ew bi cûr’ê ÿp’êce e’cêv cêr’ibandîye.
12-ê meha tîrmehê e’skerê adrbêcanî xwestine hildin û sînorê CE-êyî dîwanî p’ara marza Tavûþêda t’ecawizkin, saxî, ne kêm, ne zêde bi avtomaþîna ÛAZ. Pey ij alîyê ermenî stendina e’þiratîyêr’a ew, bi cîda hiþitina ÛAZ-ê, paþda veger’yane. Le’zekê þönda e’melê hildana qeleça Qewatê Ermenîstanêye sîlih’bûîye sînor hatne kirinê, îcar idî bi alîk’arîya t’opa. Bextr’a nav  binelîyê e’dilî ziyanêk’etî t’inebûne.
Lê cefê agrêsorê neçû sêrî. Lo hila, ÿrîþbir bi derdayîna paþda hatne avîtinê li qeleçê jêderk’etinê, derheqa k’îjanêda wezareta Adrbêcanêye xwexweykirinê e’lamkir- bi erêkirina salxê  derheqa derdayînê  xweye deha zêdetirda. Pêr’a jî, sêgmênta t’or’ê sosîalîêye adrbêcanî fotoþiklê e’skerê köþtî beladike û merdîya ç’êr’ û ÿ’yt’îyaye seva Zak’îr H’esenovê wezîrê xwexweykirinê û Ÿlmar Memedyarovê wezîrê K’D dike. Xweyk’arek gênêralê þerpezebûyî navkirîye “kaloþ”. Derheqa mezîla kör’e 5 mîlîon dolaraye k’awe Nyû York’êda tînne li bîra wezîrê K’D.
R’ûniþtina þêwra welête bêqezîabûnêda E’lîêv ÿp’êce bi h’ecim derheqa “fesadîya” alîyê ermenîye bi sirêda xeverdaye. Ewî gef xwerine e’rza biþîne li xeleqê ort’emiletîyê û wek’îlê welatê derekeye e’skerîyê t’eglîfke.
Alîyê adrbêcanîr’a derdayîn t’ö cûr’eyî dest nadin, derheqa k’îjanêda dikarin ij qalmeqalma derge-dîbanê Bek’ûyê  û mecalê salixdayînê bifikirin. Lê çawa divêjin, pey þêr’r’a k’ölmê xwe banakin. Em diha zêde bêjin- careke din cêr’ibandina r’êvanþîzmê ser giregirê Bek’ûyê giran wê r’ûnê û dewsa þaþîya de’wmeþandinê dikare alt’bûna þer’meþandinêve, û qewatê Ermenîstanêye sîlih’bûyî wê diha pêþda her’in- bi r’êkpêkkirin  û mîaserkirina e’melê e’skerîyê t’erefê K’arvaç’ar’êda- bi meremê azakirina Ganzaka ermenîye qedîm û t’opraxê dor-ber.

Дьhа зедә бьдьнә к҆ьвше
Back to top button