Politics

K’oma ermenîye e’skerîyê bi sêr’enga ermenîya bi meþa gavkirinê k’ûçê Moskvayêyva derbazdive

E’skerê ermenî idî Moskvayêdanin: sê r’oj meþêr’a mane. Ew xevata t’ivdarekdîtinê dikin- bona t’ev t’emaþa 75-salîya Alt’indarîêye e’skerîyêvin. K’oma e’skeraye ij 75 kesaye ij e’skerê ermenî t’eþkîlbûyî idî Moskva p’ay’extê T’Û-êdaye û k’arê xwe meþa p’êþk’êþî 75-salîya Þer’ê wet’enîêyî mezin bûyî dike. Þûþan Stêp’anyana zarbêja wezîrê CE-êyî xwexwexykirinêye çapgerîyê belgê xweyî “Fêysbûk’”-êda ij cêr’ibandinê e’skeraye t’ivdarekdîtnê vîdêomade belakirîye. “Qölixçîyê meye e’skerîêye bi bedena alt’ndarîyê û qalbûyî… Meþa alt’indarîêyêr’a r’ojê h’esavkirî mane”,- r’ex vîdêomadeda Stêp’anyanê nivîsîye.
Vîdêomadeda tê xanê, k’a çawa k’oma e’skera, sêr’eng bilind girtî, bi meþa gavkirinêye t’esîrdar k’ûçê Moskvayêva derbazdive. Saxî, t’emamîya e’skera niqabê  p’arastinê girêdayîne. Diha zû me e’lamkiribû-  meþa p’êþk’êþî 75-salîya Þer’ê wet’enîêyî mezin kirîda Davît’ Tonoyanê wezîrê CE-î xwexweykirinê wê wek’îltîê Ermenîstanê bike.
Nîkol P’aþînyanê serekêwezîrê CE wê t’ev t’edbîrê 24-ê meha h’ezîranê Moskvayêda bûyînê neve. Ewî Vladîmîr Pûtînê sedrê T’Û-êr’a ne’me nivîsîye- bi e’lamkirina h’eyfpêanînê, wekî wê nikarve t’ev t’edîrê p’êþk’êþî 75-salîya Þer’ê wet’enîêyî mezin kirîve. P’aþînyan dabû k’ivþê, wekî h’alê belqîtkêyî mewcûd îznê nade wî wê r’êwîtîyê bike. A lema qirarkirîye  h’evsa xwe serdana kirinê bike, k’îjan idî navbera serekwezîrê CE û sedrê T’Û-êda hûrgilî hatbû e’ne’nekirinê û hevr’aqayîlkirinê. Bi gilîyê serekwezîr- seva wî wê hörmeta mezinbûya wexta meþa hobêlyanîyê hazirbûya.
Manê Gêvorgyana zarbêja serekwezîre çapgerîyê 9-ê meha h’ezîranê gotbû “Spûtnîk Armênîayê”, wekî P’aþînyanê 24-ê meha h’ezîranê t’ev t’emaþa e’skerîêye p’êþk’êþî 75-salîya Þer’ê wet’enyêyî mezin kirîve û bi vexwendina alîyê ûr’isa wê her’e T’Û.
Em bînne bîr, wekî dest koronavîrûsê t’emaþa e’kserîêye p’êþk’êþî 75-salîya alt’indarîya Þer’ê wet’enîêyî mezinda birî kirî 9-ê meha gölanê nehate derbazkirinê. 26-ê meha gölanê Vladîmîr Pûtînê sedrê T’Û e’lamkir, wekî meþa e’ydîye p’êþk’êþî r’oja alt’inêdarîyê kirî 24-ê meha h’ezîranê wê biqewime.
Bi e’mirkirina sedrê Ûr’isêtê wexta xevata t’ivdarekdîtinê, lê isa jî meþê t’emamîya qanûnê bêqezîabûnê wê bêne xweykirinê.

Дьhа зедә бьдьнә к҆ьвше
Ьса жи сахтикьн
Close
Back to top button