Keç’a ÿzdîye pey hêsîrtîêr’a zêndîmayî, ya kö dixweze t’eze e’merê xwe destpêke

Lêla T’aalû ij qîz û jina yekbû, k’îjan hindava tirsk’arê DE’ÎÞ-êda hate r’evandinê li t’opraxa Îraqê û Sûrîayê. Ew hêsîrbû, qerfê xwe k’îjanê dikirin, diþöhörandin, gele cara firotine.
Em bînne bîr, wekî meha sala 2014-aye t’ebaxê DE’ÎÞ-ê h’icûm bire ser neh’îya Þengalê û göndê ÿzdîaye nêzîk, li k’ö bi h’ezara ÿzdî hatne köþtinê û çend h’ezar hatne r’evandinê. A lema komîtêa e’daletîêye ort’emiletîyê bi ce’andina þöxöl bie’frîne û pey endamê DE’ÎÞ-ê k’eve- seva k’omköjîya miqabilî ÿzdîya û sûck’arîyê miqabilî merivayê.
DE’ÎÞ Îraqê û Sûrîayê idî bin qolê xweda xweynake, lê bi seda ÿzdî hila hê hêsîrtîêdanin yan bêser û berat’e indabûyî h’esavdivin.
Lêylayê gilîkir, wekî ew û mêrê wê me’cbûrdkirin, wekî ew îslamê qebûlkin, lê ew bêfeydebû. Carekê endamê t’eþkîleta DE’ÎÞ-êye tirsk’arîyê t’emamîya mêra ij gönd birne dectê, û gölekirin.
Ew ij derekê birne yeke dinêye navbera þeherê Reqayê û Mûsilêda, ew firotine bawerbike h’eyþtmeriiva, dö cara pey þöhörandinêr’a h’emlebûye, bi mecalê berk’ h’emlebûn dane bir’îne, pey van berxwekirinê mecbûrkirinêr’a Lêyla ancax sag’ maye. Axirsongî, meha sala 2017-aye adarê merh’emê wêr’a levhatîye edayî qaçaxkin seva r’eva wê û dö zar’aye ij sînorê çadirgehê, k’îjan bin qolê DE’ÎÞ-êdabû.
Meriva wê jî hatîye azakirinê. Keç’ik ij t’esîra bedenî nezêryaye, lê mala wê dest bombebarankirinê qir’bûye, lê bavê wê hila hê bê ser û berat’e indabûyîye. Eger dö zar’ê Lêylayê t’inebûna, ewê zûva xwe wê biköþta, nenihêr’î wê yekê, wekî ew idî bêqezîabûnêdanin, tirsa paþdahatina DE’ÎÞê hila hê dimîne.