Society

24-ê meha nîsanê h’ökömetê 105 h’ezar kölîlka hinda agrê ösûla bîranînêyî netemir mêlke: Tîgran Avînyan

24-ê meha nîsanê ij navê me giþta h’ökömetê 105 h’ezar kölîlka hinda agrê ösûla bîranînêyî netemir mêlke. Derheqa vê yekêda îro- 22-ê meha nîsanê, belgê xweyî fêysbûk’îyêda Tîgran Avînyanê dewsgirtîyê serekwezîr nivîsîye. Ewî cöda gotî daye k’ivþê: “Wet’enwarê delal, 24-ê meha nîsanê cime’ta ermenîya û merivê pêþver’û 105 salîya Qir’a ermenîya wê bîne bîr. Bi deha sala bi h’ezara meriv- ij Ermenîstanê, Arsaxê, maciratê, mêvanêecnebî wê r’ojê li ösûla Sîsêr’nakabêrdêye bîranînê diqesidin. Seva me giþta þêwir û me’na bîranînê, xwestinê û daxöliqandina r’izmê heye.

Van r’ojê meha sala 2020-îye nîsanê em miqabilî qezîya h’emdinîaêye t’eze- koronavîrûsê þer’k’arîyê dikin, seva alt’kirina û ewlekirina bêqezîabûna cime’ta xwe sînorkirinê sag’lemîxweykirinêye xevtandinê me mecbûrdikin em seva girtina qedrê bîranîna cangorîyê Qir’a mezin mecala t’eze bivînin.

Dêmek, îsal em malda dimînin û em qesta ösûla Qir’a ermenîaye bîranînê nakin, lê seva ewlekirina hazirîya xweye r’emzî em van gava dikin.

23-ê meha nîsanê, seh’eta 21-ê, bin dengê zenglê dêra r’onkayê ger’, k’ûçê R’ewanê û merza vêdsin. Ez dikme bangî isa jî r’onkaya malê xwe vêsînin û hinda p’encerê r’onkaya fenerê t’êla pêvakin. Ev e’melê dengvedana xweye r’emzî ij Sîsêr’nakabêrdê bistîne, wekî hûn bi ÿfîra Civakîye k’ese dikarin dîna xwe bidinê yan berê xwe zûrkin berýva ösûla bîranînê.

24-ê meha nîsanê ij navê me giþta h’ökömetê 105 h’ezar kölîlka hinda ösûla bîranînêyî netemir wê mêlke. E’ynî r’ojê ij seh’eta 8-ada destpêkirî, bajar’van dikarin e’lamnivîsarê biþînne li hejmara 1915-aye kin ij Ermenîstanê, û li hejmara 00037433191500- bona t’evbûna xweye dûreke li þêwra r’ojê. Navê bajar’vanê e’lamnivîsar þandî ser stûnê ösûla bîranînê wê dîharvin.

Ez isa jî bidme k’ivþê, wekî h’etanî 25-ê meha nîsanê seh’eta 23:59 deqe nav wê  hejmarê bi h’esavhildana bêqezîabûnê û t’eþkîldarîyê Polîsîayê derê berva Sîsêr’nakabêrdê dade. Malîava seva alîk’arî, t’ertîfet û cavdarîya we”.

Дьhа зедә бьдьнә к҆ьвше
Back to top button